Bo girtina 221 efser û serbazan li 12 parêzgehên Tirkiyê operasyon hat pêkanîn

19-07-2018
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Artêşa Tirkiye Efser Serbaz Girtin Rêxistina Fethulla Gulen (FETO)
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Serdozgeriya Komarî ya Tirkiyê biryara girtinê bo 221 leşkerên wî welatî derxist û tîmên dijeterorê yên wî welatî jî heta niha 132 kes ji wan kesan girtine.

 

Bi tuhmeta endamtiya di gurûpa Fethulla Gulen de, biryara girtinê ji bo 221 serbaz û efserên Artêşa Tirkiyê derket.

 

Li ser fermana serdozgerê giştî yê komarî li Stanbolê û di çarçoveya dosya Tevgera Xizmet de, doh çarşemiyê biryara girtinê ji bo 221 serbaz û efserên hêzên bejayî yên Tirkiyê derket.

 

Tîmên dijeterorê jî operasyonek li 12 parêzgehên Tirkiyê ji bo girtina wan kesan dest pê kirine, û heta niha 132 kes ji wan kesan girtine.

 

Di dema 2 salên rewşa awarte de, bi sedema biryarnameyan, 62 general û 2263 efser bi pileyên cuda, û 14633 karmendên artêşa Turkiyê hatine girtin, û ji kar hatine avêtin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst