CHP û HDP li dijî projeyasaya AK Partiyê ne

19-07-2018
Kemal Avcı
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan CHP HDP Projeyasa AK Partî Rewşa awarte Tirkiye
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Li Tirkiyê projeyasaya AK Partiyê ya ku li şûna rewşa awarte hatiye amadekirin, bû sedema niqaşan. AK Partî dibeje, ji bo ku têkoşîna dijî terorê zirarê nebîne, pêwîstî bi yasayake nû heye. Lê partiyên opozisyonê, CHP û HDP li dijî vê pêngava AK Partiyê derdikevin.

 

Li Tirkiyê rewşa awarte dawî bû, lê AK Partiyê li şûna rewşa awarte projeyasayeke nû pêşkeşî serokatiya parlamentoyê kir.

 

Di projeyasayê de tê pêşpînikirin ku dema binçavkirinê ji 5 rojan derkeve 12 rojan, desthilatiyên waliyan zêde bin û karmendên ku bi rêxistinên terororî re peywendiyên wan hebin ji kar bên avêtin. AK Partî dibeje ji ber ku tekoşîna dijî terorê têk neçe pewîstî bi vê yasayê heye.

 

Parlamenterê AK Partiyê, Zîver Ozdemîr li ser wê yekê ji Rûdawê re got: “Çi rêxistina FETO be yan rêxistina PKKê, yanî DHKP-C, DAIŞ, MLKP, gelek rêxistinên ku di Tirkiyê de jiyana xwe berdewam dikin, bi wan re jî micadele lazim e.”

 

Partiya Gel a Komarî (CHP), bi guman pêşwaziya vê projeyasayê dike.  Li gorî CHPê, AK Partî dixwaze maf û azadiyên gel sinordar bike.

 

Parlamenterê CHPê, Yildirim Kaya ji Rûdawê re ragihand: “Careke din diyar kirin ku 20ê Tîrmehê kûdetayek e. Her kûdeta yasayên xwe derdixe. Ev jî dê navê rewşa awarte rabikin, lê dê wê bi awayekî fiîlî (pratîkî) bisepînin. Desthilatên ku yek bi yek dayî wezîran, parêzgeran, berpirsên ewlekariyê ji rewşa heyî xirabtir e.”

 

HDP jî li dijî vê pêngava AK Partiyê derdikeve. Li gorî HDPê eger ev projeyasa bibe yasa dê rewşa awarte mayinde be.

 

Parlamenterê HDPê, Erol Katircioglu li ser mijarê ji Rûdawê re diyar kir: “Bi qasî ku em dibînin, hikûmet rewşa awarte radike.  Lê dê kirinên rewşa awarte bi riya hin xalên nû têxin nav yasayên me. Bi vî awayî dê rewşa awarte weke ku hatî rakirin xûya be. Lê dê em bibînin Tirkiyeke ku bandorên rewşa awarte nîşan dide derkeve pêş me.”

 

Projeyasaya AK Partiyê dê berê li komisyona destûra bingehîn bihê gotubejkirin. Roja Duşemê jî dê bihê rojeva lijneya giştî û dengdan li ser bihê kirin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst