Bîlançoya cejnê: 26 mirî û zêdeyî 5 hezaran birîndar

Hewlêr (Rûdaw) – Di 4 rojên ewil ên betlaneya Cejna Qurbanê de ji ber qezayên trafîkê 26 kesan canê xwe ji dest da û hezar û 345 kes jî birîndar bûn.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê  Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî amarên qezayên trafîkê yên di Cejna Qurbanê de rû dane belav kirin.

Alî Yerlîkaya diyar kir ku di 24 saetên dawî de 693 qeza çêbûne û ji ber qezayan 4 kes mirine û hezar û 302 kes jî birîndar bûne.

Yerlîkaya herwiha da zanîn ku di 4 rojên ewil ên betlaneya Cejna Qurbanê de ji ber qezayên trafîkê heya niha bi tevahî 26 kes mirine û 5 hezar û 345 kes jî birîndar bûne.