Dadgeha Destûra Bingehîn derbarê HDPê de biryar da

19-06-2023
RÛDAW
Nîşan HDP Dadgeha Destûra Bingehî Alîkariya Xezîneyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind ji ber ku HDPê “beşdarî hilbijartinan nebû ji Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) xwest ku hesaba HDPê ya alîkariya xizîneyê bloqe bike. Dadgeha Destûra Bingehîn ev daxwaz red kir. 

Ji ber ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) beşdarî hilbijartina 14ê Gulanê nebû, Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Temyîzê daxwaz kir ku alîkariya xezîneyê ya ji HDPê re hat razandin wekî tedbîr were bloqekirin. Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) biryar da ku pêwist nake ji bo vê yekê biryar were dayîn.

 Li gor Yasaya Partiyên Siyasî, Wezareta Xezîne û Darayiyê ji bo hilbijartinê 400 milyon û 228 hezar û 667 lire pere da HDPê.

Ji ber ku HDP beşdarî Hilbijartina Giştî ya Parlamenteriyê ya Heyama 28em nebû, Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Temyîzê daxwaz kir ku alîkariya xezîneyê ya ji HDPê re hat razandin wekî tedbîr were bloqekirin û qismê ku ji alîkariya dewletê hatiye xerckirin ji partiyê û ji kesên ku pere xerc kirine were standin û wekî dahat li ser Xezîneyê bê tomarkirin.

Dadgehê bi yekdengî biyar da ku pêwist nake ji bo vê yekê biryar were dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst