RAPIRSÎ - PIAR: Dengên Tifaqa Cumhur %38.2 û yên Tifaqa Millet %40.3 ne

19-06-2022
RÛDAW
Nîşan Rapirsî PIAR Tifaqa Cumhur Tifaqa Millet
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor rapirsiya Kompanya PIARê, rêjeya dengên AK Partiyê %30.4 e û rêjeya dengên CHPê %24.8 e û rêjeya dengên HDPê %11.2 e.

Kompanya PIARê encama rapirsiya meha Hezîranê li 26 bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê kiribû, eşkere kir. Li gor rapirsiyê di meheke dawî de herî zêde ÎYÎ Partiyê dengên xwe zêde kirine û gihiştiye %15.5.

Li gor rapirsiyê rejeya dengên partiyan wiha ne:

AK Partî: %30.4

CHP: %24.8

ÎYÎ Partî: %15.5

HDP: %11.2

MHP: %7.8

DEVA: %3.1

Partiya Zafer: %2.4

BTP: %1.4

Yên din: %3.4

Bi vî awayî rêjeya dengên Tifaqa Cumhur ku ji partiyên desthilatê AK Partî û MHPê pêk tê %38.2 ye û rêjeya dengên Tifaqa Millet ku ji partiyên opozîsyonê CHP û ÎYÎ Partiyê pêk tê %40.3 ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst