Gergerlioglu: Di pêvajoya çareseriyê de bi destûra dewletê parlamenter çûn Qendîlê

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Omer Faruk Gergerlioglu li Parlamentoya Tirkiye derbarê girtina 9 endamên saziyên civaka sivîl ên parêzgeha Wan a Bakurê Kurdistanê de nerazîbûn nîşan da. Gergerlioglu got, “Di pêvajoya çareseriyê de her kesî li her derê wêne girtin. Bi destûra dewletê parlamenter çûn Îmrali û Qendîlê.”

Roja 4ê Hezîrana 2022ê hêzên ewlekariya Tirkiyê di operasyonekê de bi ser çend navnîşanan de girtibûn û Serokê Berê yê Şaxa Komelêya Mafên Mirovan a Wanê Omer Işik, Serokê Berê yê Komeleya Mazlum-Derê Yakup Aslan û Serokê Berê yê Sendîkaya Kedkarên Tendirûstiyê Yilmaz Berkî jî di nav de 9 endamên saziyên civaka sivîl û parêzvanên mafên mirovan destser kiribûn.

Ew 9 kesên destserkirî bi hinceta ku di pêvajoya çareseriyê ya di sala 2013an de çavdêriya proseya paşde vekişîna gerilayên PKKê ji Bakurê Kurdistanê bo Başûrê Kurdistanê kirine û wê demê ligel çend gerîlayên PKKê wêne girtine, hatibûn girtin.

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Omer Faruk Gergerlioglu li Parlamentoya Tirkiyê nerazîbûn derbarê girtina wan 9 endamên saziyên civaka sivîl ên Wanê de pêşan da û got, “Di proseya çareseriyê de her kesî li her cihî wêne girtine. Herkes çû her cihekî û hewl da proseyê çareser bike. Di vê navê de hûn wêneyekî digirin û ji nîşkekê ve dibin terorîst.”

Serokê Şaxa Komaleya Mafên Mirov a Wanê (IHD) Mehmet Karataş derbarê mijarê de ji Rûdawê re axivîbû û gotibû, “Dema ev kes beşdarî proseya çavdêrikirinê bûn, raporên xwe di sala 2013an de amadekirin û dan berpirsên dewletê. Wan wê demê ligel hinek endamên PKKê wêne girtibûn. Wê demê ew wêne ji bo ku di çapemeniyê de bên belav kirin hatibûn xwestin, lê piştî 9 salan sala 2022ê lêkolînek derbarê van kesan de hat amadekirin û ji wan re gotin ku hûn endamên PKKê ne û we bo wan xebat kirine. Ew bi vê yekê hatin tohmetbarkirin û hatin girtin.”

Serokê Komaleya Mafên Mirov a Wanê dabû zanîn ku sedema girtina wan 9 kesan kêfî ye û gotibû, “Van kesan di xebatên xwe de aştî parastine. ji ber vê yekê jî ew dê bên berdan. Ev kes bi daxwaza berpirsên Tirkiyê di bin banê “Komîsyona Mirovên Aqilmend” de beşdarî vî karî bûne. Wan ligel hikûmeta Tirkiye pêvajoya çareseriyê birêve dibirin.”

Parlamenterê HDPê Omer Faruk Gergerlioglu anî ziman, “Dihat gotin ku proseyeke çareseriyê û pêvajoya aştiyê heye. Dihat gotin ku em dê vê meseleyê çareser bikin (pirsa Kurd). Dema şandên komeleyên mafên mirov di vê çarçoveyê de hevdîtin dikirin, ji ber wêne girtine niha parêzvanên mafên mirov hatine girtin. Ev ne ti kar in ku tên kirin. Parêzvanên mafên mirov ji bo pêkanîna aştiyê û bidawîbûna rûbirûbûnan kar û xebatan dikin. Di pêvajoya çareseriyê de her kesî li her derê wêne girtin. Bi destûra dewletê parlamenter çûn Îmrali û Qendîlê. Bo dema 2 sal û nîvan çûn û hatinek çêbû. Her kes çû her cihekî û hewl da proseyê çareser bike. Di vê navê de hûn wêneyekî digirin û ji nîşka ve dibin terorîst. Dibêjin me ev di pêvajoya çareseriyê de girtine lê ti kes fam nake.”