Rêveberê ÎHDê di êrîşekê de li Mêrsînê hat birîndarkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Erdemlî ya Mêrsînê kesekî ku dixwest destdirêjiyê li 2 jinan bike teqe li Rêveberê Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirov (ÎHD) Îlhan Kiliç kir ku dixwest rê li ber wî bigire. Di bûyerê de Kiliç birîndar bû û bo nexweşxaneyê hat rakirin.

Roja 18ê Hezîrana 2022ê di restorantekê de li Taxa Çeşmelî ya navçeya Erdemlî ya ser bi Mêrsînê ve kesekî xwest destdirêjiyê li 2 jinan bike.

Li gor zanyariyan, Rêveberê Navenda Giştî ya Komaleya Mafên Mirov (ÎHD) Îlhan Kiliç hişyarî daye wî kesî û xwestiye rê li ber wî karî bigire. Lê di encam de wî kesî bi çekê teqe li Kiliç kiriye û ew birîndar kiriye.

Hat ragihandin ku Îlhan Kiliç piştî bûyerê bo Fakulteya Pizîşkî ya Zanîngeha Mêrsînê hatiye rakirin û dê çend rojan di bin çavdêriya pizîşkan de bimîne.

Tê gotin ku guleya li laşê Kiliç ketiye hê jî nehatiye derxistin û pizîşk dê di rojên pêş de biryara dawî bidin.

Li aliyê din kesê ku teqe li  Rêveberê Navenda Giştî ya Komaleya Mafên Mirov (ÎHD) kiriye piştî bûyerê hatiye destserkirin, lê bi biryara dadgehê û bi mercê “girtiyê malê” hatiye berdan.