Ji Ayhan Bîlgen îdiaya pêvajoya nû: Ocalan jî di nav de ye

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredarê berê yê Qersê yê HDPê û Serokê Giştî yê Partiya Dengê Tirkiyê (SES) Ayhan Bîlgen îdia kir ku dê di pirsgirêka Kurd de pêvajoyeke nû bê destpêkirin û hewl tê dayîn Rêberê PKKê Abdullah Ocalan jî di nava pêvajoyê de cih bigire.

Ayhan Bîlgen ê ku ji HDPê veqetiya û Partiya Dengê Tirkiyê (SES) damezrand, destnîşan kir ku AKP dikare di mijara pirsgirêka Kurd de pêvajoyeke nû bide destpêkirin.

Bîlgen bal kişand ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û got, “Li gorî min hewl tê dayîn ku Ocalan jî tevlî pêvajoyê bibe. Hewla îqnakirina jî MHP tê dayîn.”

“Divê partî di çarçoveya dermankirina birîna hevpar a welat de nêzîk bibin”

Li gorî nûçeya Gamze Kolcu ya Rojnameya Cumhuriyetê, Bîlgen diyar kiriye, weke aktor û muxatabê pêvajoyê “Dibe ku Îmralî, Qendîl û HDP xwedî plan û nêrînên cuda bin.”

Bîlgen her wiha aniye ziman, “Heger em bikaribin li dûrî berjewendiyên şexsî û partiyan tevbigerin, em dikarin çareser bikin. Divê partî di çarçoveya dermankirina birîna hevpar a welat de nêzîk bibin. ”

Bîlgen diyar kir ku divê wek armanc nêzikî pêvajoyê bibin û got, "Çareseriya dawî ya pirsgirêkê çarçoveya Destûrê ye. Destûr zelal e, li pişt deriyên girtî nayê çêkirin. Heger wisa bê kirin, tu kes ji yekparebûna welat dilgiran nabe.”

Pêngava MHPê ya ji bo rakirina cezaya darvekirinê bi bîr xist

Bîlgen bal kişand ser pêvajoya sala 1999an a "îqnakirina MHPê". Bîlgen got, “MHP a ku ji bo rakirina cezaya darvekirinê pêngava rast avêt, îro jî dikare heman helwestê nîşan bide. Divê netewperestên Tirk wêrek bin û bi hezkirina welat bi xîret tevbigerin.”

Bîlgen li ser rewşa "hikûmet dê pêvajoyeke nû bide destpêkirin" bang li partiyên opozîsyonê jî kir û got, "Eger bi şêwaza 'pirsgirêk nîne, em çareserkirin nadin, em nahêlin hûn biaxivin, em ê nehêlin dest bidin', ew ê bikevin xefika siyasî. Hikûmet jî ji bo ku dengên Kurdan bi dest bixe dikare bêje, ti gotinên Tifaqa Milet tune ye ku ji Kurdan re bike. Hêviya xwe bi wan ve girê nedin. Divê muxalefet nekeve vê xefikê lê dibe berovajî vê yekê jî bibe. Dibe ku tiştekî jî saz dikin ji bo ku neteweperestên Tirk dengan ji dest bidin. Berjewendiyên welat ji hesabên siyasî yên me hemûyan bi rûmettir in.”