Hewlêr (Rûdaw) - Bihabûna nirxê êm li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bandoreke nerênî li ajaldaran dike û ew neçar dimînin ajalên xwe bi erzanî bifiroşin.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pirsgirêkên ajeldar û cotkran ji ber sedemên hişkesaliyê her diçe zêdetir dibin. Hişkesaliya ku îsal li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê serî heye ji xeynî çandiniyê bandoreke nerênî li sektora ajeldariyê jî dike.
Ji ber rêjeya kêm ya baranê, gelek berhemê cotkaran li nav zeviyan mane û vê yekê jî rê li ber hawirdekirina êm û kayê vekiriye. Ev jî dibe sedema bihabûna nirxê êm û kaya ku ajeldar ajelên xwe pê xwedî dikin. Berhemên çandiniyê yên wek garis, genim û kapik berhemên serekî yên êmê ajelan in.
Tirkiye derdora ji sedî 60ê van berheman ji welatên biyanî hawîrde dike. Sala borî bi bihayê 3 milyar dolar 12 milyon ton êm hatibû hawîrdekirin, lê tê pêşbînî kirin ku îsal ev hejmar bibe 15 milyon ton û bihayê wê jî ji 5 milyar dolaran derbas bibe.
Di şert û mercên asayî de sala par ajeldarekê dikarî bi lîtreyek şîr 2 kîlo êm bikire, lê îsal bi heman şîrî tenê dikare 850-900 gram êm bikire. Ev jî bandoreke nerênî li xwedîkirina ajelan dike û ew naçar dibin ajelan xwe yên bi şîr bi erzanî bidin qesabxaneyan.
Bihabûna nirxê êm ket rojeva hikûmetê jî. Herçiqas Wezîrê Daristan û Çandiniyê yê Tirkiyê Bekir Pakdemirli li ser vê yekê gotibû, “Em rê nadin bihayê giran ê êm, bandoreke nerênî li ajeldaran bike, em midaxeleya vê bihabûnê dikin” jî, ajeldar hê jî êm giran dikirin.
Endamê Şanda Rêveber a Yekitiya Odeyên Çandiniyê yê Deverê Adem Ertaş bi armanca nirxandina rewşa hişkesaliyê û bandora wê li ser ajeldaran ligel Serokê Yekitiya Xwedîkerên Ajelan yê Qersê Mecit Boran, Serokê Odeya Kasibkar û Pîşekaran Adem Burulday û Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganî yê Qersê Ertuğrul Alibeyoglu civiya.
Adem Ertaş piştî civînê ragihand ku hişkesaliyê bandoreke nerênî li berhemên êm kiriye û eger heye ev yek bibe sedem ku ji sedî 50ê ajelên wê parêzgehê kêm bibin.
Adem Ertaş Endamê Şanda Rêveber a Yekitiya Odeyên Çandiniyê yê Deverê wiha dibêje “Di encama kontrol û çavdêriyên me yên li ser zeviyan, çêrgeh û zozan bi temamî hişk bûne. Ji berhemên êm jî tenê ji sedî 20-25ê wan mane, ev rêje jî tê wateya ji sedî 75 a jinavçûnê, niha li parêzgeha me ji sedî 75 hişkesalî heye, xelkê deverê bi piranî cotkarî û ajeldariyê dikin, hema bêje her malek vî karî dike û bo pêwistiya êmê zivistanê yê van ajalan jî, çandiniya berhemên êm dikin, niha li hinek deveran bazirganên kayê dest bi komkirina kayê kirine û nafiroşin, eger ev yek wiha berdewam e dibe di mehên havînê yên sala 2021ê de herî dereng di mehên 8 û 9em de ji sedî 50ê ajelên me kêm bibin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse