Dengên Kurdan diçe ji kê re?

19-06-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan HilbijartinTirkiye AK partî HDP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kurdên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê di hilbijartinên îsal ên serokatî û parlamentoyê de rolekî girîng dibînin. Tê çaverêkirin ku HDP li piraniya navçeyên Kurdî dengên herî zêde bidest bixe, lê hilbijartinên derbasbûyî jî pêşan dan ku dengên AK Partiyê jî li wan navçeyan ne kêm in.

 

Bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê bûye meydana mezin a kampanya hilbijartinan û di rojên borî de çendîn mitîng lê hatin kirin, ji wan jî mitînga Namzedê Serokatiya Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan. Hejmarek alîgirên AK Partî li Amedê dibêjin, mana partiya Erdogan li ser desthilatê bo hejaran baş e loma dengê xwe didinê.

 

Akinciya Amedê Ozge Ozdemir wiha dibêje: “Sedema ku piştgiriya AK Partî dikim ew e ku ew bi çendîn şêwaz alîkariya xelkê dikin. Ew alîkariya bêkaran dikin daku kar bidest wan bikeve û alîkariya hejaran jî dikin."

 

AK Partî ji sala 2002ê ve li Tirkiyê partiya desthilatdar e û di hundirê van salan de jî çendîn bûyerên mezin û rewşên cuda li Tirkiyê çêbûn. Ew Kurdên dengê xwe didin AK Partiyê, sedema wê bi wê yekê ve girêdidin ku hikûmeta Tirkiyê di serdema desthilata AK Partî de çend proje li Bakurê Kurdistanê cîbicîh kirine.

 

Dengdêrê bi navê Îrfan Yaşar jî got: “Ew yek bi yek wan karan dikin ku soz dabûn. Wan firokexaneyeke nû ji me re çêkirin û stadyûmeke nû çêkirin ku 33 hezar kesan li xwe digire û niha jî projeya newala Firat cîbicîh dikin. Bi baweriya min karê cotyarî zêdetir dikin."

 

Lê di sê salên borî de hikûmeta Tirkiyê ya bi serokatiya AK Partiyê çend pêngav avêtine ku wek dijayetiya Kurd li sê parçeyên Kurdistanê tên dîtin. Di sala 2015an de, Erdogan bi hinceta destpêkirina çalakiyên PKKê proseya çareseriyê bidawî anî û piştre şer û operasyonan li çendîn navçeyên Bakurê Kurdistanê destpê kir û çendîn tedbîr û pêngavên dijwar jî dijî serkirde û parlamenterên HDPê hatin avêtin.

 

Herwiha piştî referandûma Başûrê Kurdistanê peywendiyên ligel Herêma Kurdistanê wek berê neman û çend pêngav jî dijî Herêma Kurdistanê avêtin. Li Rojavayê Kurdistanê jî hêzên Tirkiyê dest danîn ser Efrîn. Li gor şirovekaran, Kurd di dengdana 24ê Hezîranê de wan pêngavan ji bîr nakin.

 

Şirovekarê siyasî Umit Firat tekez kir ku dengên AK Partî li Bakurê Kurdistanê kêm dibin û wiha pê de çû: “Ji ber AK Partî siyaseta li dijî Kurdan hilbijart, dijîtiya referandûma Kurdistanê û ya Kurdan li Kerkûkê kir. Beşdarî eniya li dijî Kurdan a bi rêkeftina sêalî ya Bexda, Tehran û Enqerê bû. Gefên êrişkirin û cezakirina Kurdan xwar.”

 

Hilbijartina parlamento û serokatiya Komara Tirkiyê roja 24ê Hezîranê li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê tê kirin. Çavê AK Partiyê û Erdogan jî li wê yekê ye ku hejmareke zêde ya dengên Kurdan bidest bixin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst