Erdogan: Ji ber ketina helîkoptera Reîsî gelekî xemgîn im

19-05-2024
RÛDAW
Nîşan Erdogan Îbrahîm Reîsî Îran Helîkopter
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku ew ji ber ketina helîkoptera Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî gelekî xemgîn e.

Recep Tayyîp Erdogan li ser hesabê xwe yê tora medyaya Xê got:

“Helîkoptera Serokomarê Îranê birayê min Îbrahîm Reîsî û şandeya pê re qeza kir. Em gelek xemgîn in."

Erdogan diyar kir ku ew bi rayedarên Îranê re di nav têkilî û hemahengiyê de ye û bûyerê ji nêz ve dişopînin û amade ne her piştgiriyekê bidin Îranê.

Di berdewamiya peyama xwe jî de Erdogan got:

“Ez li ser navê miletê xwe silametiya gel û hikûmeta Îranê dixwazim û ji wan re derbasî be.

Hêvî dikim ku di demeke kin de ji Birêz Reîsî û heyeta wî xebera xêrê hildim.

Li aliyê din Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê jî li ser ketina helîkoptera Îbrahîm Reîsî daxuyaniyek belav kir û da zanîn ku ew  ji bo xebatên lêgerîn û rizgarkirinê amade ne her cure piştgiriyê bidin Îranê.

Çi bûbû?

Îbrahîm Reîsî û Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev îro li ser sînorê Îranê û Azerbaycanê bi merasîmeke fermî Bendava Kiz Kalasî vekiribûn.

Piştî merasîmê di rêya vegerê de helîkoptera Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî li herêma Culfayê ya Tewrêzê ket xwarê û heta niha jî cihê wê nehatiye zanîn.

Wezîrê Navxwe yê Îranê Ehmed Wehîdî da zanîn ku di helîkoptera Reîsî de Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr Abdulahiyan, Parêzgarê Azerbaycanê Melik Rehmetî, Muftiyê Tewrêzê Ayetullah El Haşim jî hene.

Ehmed Wehîdî ji medyaya Îranê re dabû zanîn ku wan 40 tîmên cûda yên rizgarkirinê, tenduristiyê û leşkerî şandine herêmê lê belê ji ber mij û moranê wan heta niha cihê ketina helîkopterê diyar nekiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst