Li Tokatê teqîn: 5 cendirme û 2 sivîl birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Erbaayê ya bajarê Tokatê yê Tirkiyeyê li malekê teqîn çêbû, 5 cendirme û 2 sivîl birîndar bûn.

Xeber hatiye dayîn ku li bajarokê Karakayayê yê Erbaayê hinek kes dikin qerebalix û xelkê derdorê aciz dikin.

Cendirme li ser vê îxbarê çûne wê malê lê dema ku ketine malê teqînekê rû daye.

Di vê teqînê de 5 cendirme û 2 sivîl birîndar bûne û timên tenduristiyê ew veguhastine nexweşxaneyên li Erbaa û Tokatê.

Parêzgarê Tokatê Numan Hatîpoglu da zanîn ku teqînê ji ber nakokiyên di navbera du malbatan de rû daye.