Mehmet Metiner bo Kurdan: Dengên xwe bidin Erdogan daku derfeta pêvajoyeke nû çêbibe

19-05-2023
RÛDAW
Nîşan Mehmet Metîner Kurd ‌Hilbijartin 2023 Recep Tayyîp Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê berê yê AK Partiyê Mehmet Metiner beriya gera duyemîn a hilbijartina serokkomariyê bang li Kurdan kir û îdîa kir ku Erdogan ji bo Kurdan gavên şoreşgerî avêtine û dibêje: “Di gera duyemîn de piştgiriyeke zêde bidin Erdogan daku hûn derfetekê bo pêvajoyeke nû ava bikin.”

Parlamenterê berê yê AK Partiyê Mehmet Metiner îro Înê 19ê Gulana 2023an bang li dengderên HDPê ku bi navê Partiya Çepên Kesk ketine hilbijartinan kir û got piştgiriyê bidin Erdogan.

Metiner di nivîsa xwe de xwest ku dengderên Kurd di hilbijartina 28ê Gulanê ya serokkomariyê de piştgiriyeke zêde bidin berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan. Herwiha Metiner amaje bi wê yekê daye ku li beramberê vê yekê dê derfet çêbibe ku pêvajoyeke nû bê destpêkirin.

Metiner dibêje: “Ji bo Kurdan gavên pêwîst yên şoreşgerî Erdogan avêtin. Eger hinek gavên din yên pêwîst hebin dê wan jî Erdogan bavêje. Di axaftina xwe ya li Êlihê de ev yek anî ziman. Di gera yekemîn de ligel HDPê dîsan jî piştgiriya xwe ji bo Erdogan zêdetir bike daku Erdogan bibe hêza diyarker ya Sedsala Tirkiyê. Bila bibe hêza pêşeng. Ez ji dil bawerim ku ev derfeta dîrokê nayê wendakirin. Ey birayên min yên hişyar û alîgirên çareseriyê ku dengên xwe didin HDPê. Li wê derê nûneratiya we heye. Di gera duyemîn de piştgiriyeke zêde bidin Erdogan daku bo pêvajoyeke nû derfet çêbibe. Ji rêveberiya HDPê cûda ew helwesta we ya serbixwe dê destkeftiyên hene bihêztir bike û pêşiya destkeftiyên nû jî veke. Ez bawerim hûn dê vê hestyariyê nîşan bidin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst