Rêjeya herî kêm a parêzerên jin li Colemêrg, Şirnex û Rihayê ye

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor amarên sala 2022ê yên Yekitiya Baroyên Tirkiyê (TBB), rêjeya herî kêm a parêzerên jin li parêzgehên Colemêrg, Şirnex û Rihayê yên Bakurê Kurdistanê ne. Herî zêde parêzer li Stenbol û Enqerê ne.

Li gor amarên Yekitiya Baroyên Tirkiyê (TBB), li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 82 hezar 237 jê jin, 174 hezar û 533 parêzer hene.

Stenbol di hejmara parêzeran de di rêza yekem de ye û Enqere di rêza duyem de ye. Li Stenbolê 61 hezar û 941 parêzer hene, ku dike nêzîkî %30yê parêzerên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê. Li Stenbolê bo her sed hezar kesan 389 parêzer hene.

Di rêza duyemîn de Enqere heye, li Enqerê 24 hezar û 595 parêzer hene. Li Enqerê bo her sed hezar kesan 425 parêzer hene. Herî kêm jî li parêzgeha Erdexanê ya Bakurê Kurdistanê parêzer hene, li Erdexanê tenê 52 parêzer hene.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê rêjeya herî kêm a parêzerên jin li Colemêrg, Şirnex û Rihayê ne. Li Colemêrgê 180 parêzer hene, ku tenê 30 parêzerên jin in. Rêjeya parêzerên jin Baroya Colemêrgê %16.67 e. Li Şirnexê ji 314 parêzeran 60 jê jin in, ku dike %19.11ê hemû parêzeran.

Li Rihayê jî hezar û 908 parêzer hene û bo her sed hezar kesan dike 88 parêzer. Li Rihayê %26.89ê parêzeran jin in ku 513 kes in.