Hevpeymaniyên Cumhur û Millet ji bo gera duyem a hilbijartina serokkomariyê hewldanên xwe destpê kirine

19-05-2023
Zozan Çetîn
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan ‌Hilbijartin 2023 Hevpeymaniya Cumhur Hevpeymaniya Millet Erdogan Kemal Kiliçdaroglu Ahmet Davutoglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevpeymaniyên Cumhur û Millet ku berbijêrên serokkomariyê yên wan derbasî gera duyem a hilbiajrtinê bûne, dest bi kampînan bo gera duyem a hilbijartinê kirine. Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu dibêje, hilbijartina “Heftiya bê, referanduma Erê yan Na bo serokkomarê niha û bûyerên pênc salên bihorî ye. Berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur û Serokê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan jî dibêje, beriya her tiştî ji bo serkeftina di hilbijartina 28ê Gulanê de, ji Engere û Stenbolê dest bi mitîngê dike û Şemî û Yekşemê jî diçe parêzgehên erdhejê.

Piştî ku hilbijartina serokkomariyê derbasî gera duyem bû, her du hevpeymaniyên Cumhur û Millet ji bo gera duyem a hilbijartinê dest bi amadekariyên xwe kirine.

Li bajarê Stenbolê, grûpek ji endam û alîgirên Partiya Saadetê standa piştgiriya li berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu datînin.

Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu ji xelkê daxwaz kir, bi dengên xwe dawî li vê deshilatdariya niha bînin.

Davutoglu got: “Heftiya bê, bi dengên hûn bidin hûnê ne tenê Serokkomar hilbijêrin, ne tenê hevpeymaniyekê hildibijêrin, ev wek referandoma belê yan na ye. Gelo emê ji serokkomar û bûyerên 5 salên bihorî re bêjin Erê , yan em ji vê deshilatdariyê bêzar bûne û emê dengê xwe bidin destpêkeke nû?”

Serokê AK Partiyê û Berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan ku piraniya kursiyên parlementoyê bidestxistine, roja Pêncşemê 18ê Gulanê bi rêya videokonferansekê bi berpirsên partiya xwe re civiya.

Erdogan ji rayedarên partiya xwe re got, divê di dema niha de bi awayekî cidî kar bikin daku di hilbijartina Serokkomariyê de jî biserkevin.

Erdogan got: “Li pêş hemû tiştî serkeftina hilbijartinên 28ê Gulanê tê, 10 roj mane ji gera duyem ya hilbijartina Serokakomariyê re. Di vê demê de li Enqere û Stenbolê dê pirogramên me yên cuda hebin. Sibe li Stenbolê li gel şofêran û roja Înê jî li gel hemşariyan dicivim. Şemî û Yekşemê dûbare serdana parêzgehên di erdhejê de zerer dîtine dikim.”

Di hilbijartinên Serokkomariyê de roja 14ê Gulanê Recep Tayyip Erdogan %49.5ê dengan bidestxist û Kemal Kiliçdaroglu %44.8ê dengan bidestxist.

Ji ber ku yek ji berbijêrên Serokkomariya Tirkiyê ji %50+1ê dengan bidest nexist, Desteya Bilind a Hilbijartinê biryar da roja 28ê Gulanê gera duyem ya hilbijartinê bê kirin, Erdogan û Kiliçdaroglu dîsan dikevin nava rikeberiyê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst