Banka Navendî ya Tirkiyê biryara li ser kartên krediyê betal kir

Hewlêr (Rûdaw) - Banka Navendî ya Tirkiyê biryara sînordarkirina pereyê neqd yê pêşinde ji kartên krediyê betal kir.

Banka Navendî ya Tirkiyê îro Înê 19ê Gulana 2023an ragihand ku biryara sînordarkirina wergirtina pereyê neqd yê pêşinde ji kartên krediyê betal kiriye ku biryar bûbû sedema nerazîbûnê.

Li gor biryara nû ya Banka Navendî di bikaranîna kartên krediyê yên şexsî û saziyan de ti pirsgirêk dê nebe û ew biryara tedbîrê hatiye betalkirin. Herwiha di wergirtina pereyê pêşinde de şertê bihayê gûhêzbar jî hatiye rakirin.

Doh 18ê Gulanê Banka Navendî ya Tirkiyê ragihandibû ku wergirtina pereyê pêşinde ji kartên krediyê hatiye sînordarkirin û asta wê jî wek 50 hezar lîreyê Tirkiyê diyar kiribû. Ev biryar li ser medya civakî bûbû sedema nerazîbûna welatiyan û hatibû îdîakirin ku pereyê ji kartên krediyê tên wergirtin bo dolar û zêr tên xerckirin.