Partiya Saadetê vîdeoya xwe ya ku Serok Barzanî tê de kiribû armanc jê bir

19-05-2023
RÛDAW
Nîşan Partiya Saadetê Serok Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Saadetê ya ku pêkhateyeke Hevpeymaniya Millet e di vîdeoyeke xwe ya ku li dijî Berbijêrê Serokkomariyê yê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyîp Erdogan amade kiribû de wêneyê Serok Mesûd Barzanî bikar anîbû lê piştî ku rastî bertekan hat ew vîdeo jê bir.

Vîdeoya ku li ser hesabê fermî yê Partiya Saadetê ya Twîtterê hatibû weşandin, bi gotina damezrênerê partiyê Necmedîn Erbakan a “Ku werin ser Erdogan...” dest pê dike û tê de dîmenên hevdîtinên Erdogan ên bi kesên weke Beşar Esad û Fethullah Gulen re hene.

Di vîdeoyê de wêneyên Erdogan ên bi gelek serkirdeyên wek Serokê Sûriyê Beşar Esed, Serokê Misirê Abdulfetah es-Sîsî, Fethullah Gulen, Serokê Îsraîlê Îshaq Herzog, Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Amerîkayê Joe Biden re hatibûn nîşandan.

Di vîdeoyê de her wiha dîmenên hevdîtina Serok Barzanî û Şivan Perwer ya di 16ê Mijdara 2013an de jî heye ku li ser vexwendina fermî ya Serokwezîrê wê demê yê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di çarçoveya Proseya Aştiyê de çûbûne Amedê.

Di vîdeoya ku tê de peywendiyên derve yên Erdogan wek "armanc" hatiye nîşandan de hebûna wêneyê Serok Barzanî li ser torên civakî rastî bertekan hat.

Parlamenterê berê yê AK Partiyê Ahmet Faruk Unsal, Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Saadetê û Parlamenterê Stenbolê Bulent Kaya û siyasetmedarê Kurd Altan Tan jî di nav wan kesan de bûn ku bertek nîşanî wê vîdeoyê dan.

 

Vîdeoya ku Partiya Saadetê, Serok Barzanî tê de kiribû armanc:

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst