YSKê encamên fermî yên hilbijartinên 14ê Gulanê ragihandin

19-05-2023
RÛDAW
Nîşan YSK Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê encamên teqez ên hilbijartinên 14ê Gulanê de rojnameya fermî de belav kirin. Li gor wan encaman berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur bo postê Serokkomariyê Recep Tayîp Erdogan ji sedî 49.52 û berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu jî ji sedî 44.88ê dengan bidestxistine. Rêjeya dengên berbijêrê Hevpeymaniya ATA Sînan Ogan jî ji sedî 5.17 e.

Desteya Bilin a Hilbijartinên Tirkiyê  (YSK) piştî 5 rojan ji hilbijartinên giştî yên 14ê Gulanê encamên  teqez yên wê hilbijartinê bi awayek fermî di Rojmaneya Fermî ya Tirkiyê de belav kirin.

Li gor YSKê 64 milyon û 145 hezar û 504 kesan di hilbijartinîn 14ê Gulanê de mafê dengdanê hebû. 55 milyon û 833 hezar û 153 dengder roja hilbijartinê çûne ser sindoqên dengdanê lê  tenê 54 milyon û 796 hezar û 49 deng hatine pesend kirin. Wate milyonek û 37 hezar û 104 deng nehatine pesendkirin ku di bikaranînan wan de pirsgirêk an jî şaşî hebûne. YSKê dibêje rêjeya beşdariyê di hilbijartinên 14ê Gulanê de ji sedî 87.04 bûye.

Li gor encamên teqez yên Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê di hilbijartinên Serokkomariyê yên 14ê Gulanê de, berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur  bo postê Serokkomariyê Recep Tayîp Erdogan ji sedî 49.24ê dengan bidestxistine. Erdogan di wan hilbijartinan de bi giştî 27 milyon û 13 hezar û 849 deng bidestxistine. 26 milyon û 86 hezar û 102 deng ji wan ji dengderên li navxwe yê Tirkiyê wergirtine, 967 hezar û 180 hezar deng ji dengderên derve û 80 hezar û 567 deng jî ji deriyên sînorî wergirtine.

Berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu jî ji sedî 44.88ê ê dengan bidestxistine. Kiliçdaroglu jî bi giştî di wan hilbijartinan de 24 milyon û 595 hezar û 178 deng bidesxistine. 23 milyon û 873 hezar û 749 deng ji wan ji dengderên navxwe, 665 hezar û 111 deng ji derve û 56 hezar û 136 deng jî ji dengderên deriyên sînorî bo Kiliçdaroglu hatine.

Rêjeya dengên berbijêrê Hevpeymaniya ATA Sînan Ogan jî ji sedî 5.17 e ye. Sînan Ogan jî di hilbijartinan de bi giştî 2 milyon û 831 hezar û 239 deng bidestxistine. 2 milyon û 796 hezar û 613ê wan dengan ji navxwe yê Tirkiyê, 28 hezar û 218 hezar ji wan ji dengderên derve û 6 hezar û 408 ji wan jî ji dengderên li deriyên sînorî wergirtine.

Berbijêrê Partiya Memleket Muharrem Înce jî ku biryara vekişînê ji hilbijartinan dabû, di hilbijartinên 14ê Gulanê de ji sedî  0.43ê demgan bidest xistine. Înce bi giştî 235 hezar û 783 deng wergirtine. 216 hezar û 470 deng ji navxwe yê Tirkiyê, 15 hezar û 759 ji derve û 3 hezar û 554 deng jî ji sindoqên li deriyên sînorî wergirtine. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst