Erdogan û Sînan Ogan civiyan

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê û berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur ji bo wê postê Recep Tayîp Erdogan û Berbijêrê Hevpeymaniya ATA yê ji bo postê Serokkomariyê Sînan Ogan civiyan.

Li gor zanyariyan Roja Înê 19ê Gulana 2023an Serokkomarê Tirkiyê û berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur ji bo wê postê  Recep Tayîp Erdogan û Berbijêrê Hevpeymaniya ATA Sînan Ogan ê ku bi ji sedî 5.1ê dengên xwe hilbijartinên Serokkomariyê yên 14ê Gulanê hiştibûn bo gera dûyem, li ofîsa xebatê ya Dolmabahçeyê ya Erdogan a li Stenbolê civînek saz kirin.

Civîna Recep Tayyîp Erdogan û Sînan Ogan derdora demjimêr 17.00an de dest pê kir.

Ev civîn di demekê de ye ku Serokomarê Tirkiyê di hevpeyvîneke taybet a ligel medyaya biyanî de derbarê Sînan Ogan de gotibû, “Ez li hember daxwazên wî serî natewînim.”

Her roja Înê 19ê Gulana 2023an Bebijêrê Hevpeymaniya Millet bo postê  Serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglu jî serdana Serokê Partiya Zafarê Umît Ozdag  kir ku partiya wî serkêşa Hevpeymaniya ATA  ye.

Di hilbijartinên Serokkomariyê yên 14ê Gulanê de berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayîp Erdogan ji sedî 49.5ê û berbijêrê Hevpeyamaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu jî ji sedî 44.8ê dengan bidestxistin. Berbijêrê Hevpeymaniya ATA Sînan Ogan jî ji sedî 5.1ê dengan bidestxistibûn û bi vê jî hilbijartin bog era dûyem hiştibûn  ku biryar e ew hilbijartin jî di 28ê Gulana 2023an de bên kirin. Sînan Ogan dengên ku gera yekem a hilbijartinan de bidestxistibûn wek kilîla diyarkirina postê Serokkomariya Tirkiyê dibîne û ji ber vê jî hem Hevpeymaniya Cumhur û hem jî hevpeymaniya Millet ji bo bidestxistina piştevaniyê ligel wî dest bi diyalog û gotûbêjan kirine.