Erdogan: Kiliçdaroglu zimanekî jehrî bikar tîne

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Stenbolê beşdarî civîna partiya xwe bû û diyar kir, Serokê CHPê her ku fam dike dê kursiya xwe ji dest bide kirêt dibe û zimanekî jahrî yê siyasetê bikartîne

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan roja Pêncşemê 18ê Gulanê 2023an li parêzgeha Stenbolê ligel parlamenter, rêveber û serokên şaredariyan yên partiya xwe civiya. Serokwekîlên AK Partiyê Binali Yildirim û Numan Kurtulmuş jî beşdarî civînê bûne.

Recep Tayyip Erdogan di civînê de ragihandiye, ku di hilbijartinên 14ê Gulanê de peyama opozisyonê tundî û qebûlnekirin bûye û tekez kiriye, aliyên opozisyonê dixwazin heman zimanî di gera duyem a hilbijartina serokkomariyê de jî bikar bînin.

Erdogan di civînê de behsa hilbijartinên 14ê Gulanê kiriye û rexne li zimanê propagandayê yê berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu girtiye û dibêje: “Ji şeva 14ê Gulanê û heta niha opozîsyon peyamên provokasyonê dide û ev jî diyar dike ku dê rojên li pêşiya me çawa derbas bibin. Serokê CHPê her ku fam dike dê kursiya xwe ji dest bide kirêt dibe û zimanekî jehrî yê siyasetê bikar tîne. Dixwaze welat û millet jî bikşîne tarîtiya xwe. Em nayên vê lîstikê. Em dê helwesta xwe berdewam bikin û xwînsar bin. Wek çawa 21 sal in em dikin, em dê careke din li karê xwe binêrin û li ser rojeva xwe kar bikin.”

Erdogan ji bo hilbijartinên 28ê Gulanê jî gotiye, dê bi projeyan derbikevin pêşberî xelkê û xwedî li sindoqan derkevin.

Berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu heman rojê li ser hilbijartinên 28ê Gulanê daxuyaniyek dabû û bi zimanekî tund tiştên ku dê di deshilata xwe de bikin anîbû ziman. Mijara sereke ya axaftina Kiliçdaroglu mijara vegerandina koçberan bû.

Roja Yekşemê 14ê Gulanê hilbijartinên serokkomarî û parlamentoyê li Tirkiyê hatin lidarxistin.

Li gor encaman, Bebrijêrê Serokkomariyê yê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu %44.89 dengan û Berbijêrê Serokkomariyê yê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan jî %49.50 dengan bi dest xistine, herwiha Berbijêrê Hevpeymaniya ATA Sînan Ogan jî %5.17 dengan bidest xist.

Lê ji ber ti yek ji berbijêrên sereke, Kiliçdaroglu û Erdogan nekarîn rêjeya 50+1 misoger bikin, hilbijartina serokkomariyê derbasî gera duyem bû.