Da karesta Manîsa dûbare nebe, 7 qanûnên nû derdikevin

19-05-2014
EHMED EKAŞ
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Roja 14ê Gulanê di encama sedemeke heta niha nediyar de, komirgeha navçeya Somaya ser bi bajarê Manîsayê li Tirkiyê teqiya û di encamê de 301 karkerî jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn.

Hikûmeta Tirkiyê ji tirsa ku ew bûyer li komirgehên din li Tirkiyê neqewime, 114 komirgeh girtin û li gor agahiyên medyaya Tirkiyê serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan, wê ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku di encama van karîsatan de derkivein, wê hinek qanûnên ku vî karî tevger bike derbixîne û Perlemana Tirkiyê jî wê karê xwe yê vê hefteyê li ser derxistina van qanûnan be.

Li gor agahiyên ku ji serokatiya wezîrên Tirkiyê derketiye, Erdogan wê heft qanûnên ku karê derxistina komiran tevger bike, derbixe û radestî perlemana Tirkiyê bike, û guhartineke bingehîn têxe cîhana vî karî, û di heman demê de wê peymana tevgera kar ya navnetweyî (ÎLO)yê jî îmze bike, ku Tirkiyê karibe li gor standardên navneteweyî di karê derxistana komiran de berdewam bike.

Herwiha dîsa wê qanûnên ku sîgorteyên karkeran û malbatên wan û kesên ku di bûyerên kana komiran de birîndar bûne, û malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dane,diparêze, derbixîne, dîsa ji aliyê hiqoqî ve wê qanûnê ku piştgirî bide darezandina xwediyê kana komiran tevger bike.

Li gor agahiyên ku ji perlemana Tirkiyê ji raya giştî re hatine parvekirin, wê perleman ji roja sêşemê hemû pêşinyariyên AKP, CHPê û HDPê derbarî bûyera Somayê û tevger kirina karê derxistina komiran de, bistîne, û û serokatiya perlemanê li gor wan pêşinyaran, wê komîteyan lidar bixe, ku her komîteyek li dawiya nîqaş û xebatên xwe pêşinyariyên xwe bi awayê biryaran radestî hemû endamên perlemanê bikin, da dengê xwe li ser bidin,  pesend bikin.

Hat ragihandin ku, wê ew xebat sê mehan dirêj bike, û eger bi dawî jî nebû, wê meheke din zêde bikin, lê tê payîn ku guhartineke bingehîn û li gor standardên cîhanî û navneteweyî di karê dexistina komiran û temînata karkeran de çê bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst