Li Edene balafirk ket: balafirvan mir

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Edene yê Tirkiyê, balafirek nimayişê ket û di encamê de balafirvanê wê can da.

Li bajarê Edene yê Tirkiyê, îro (19.05.2013) di kevana çalakiyên festîvala navdewletî ya lîstok û nimayişên hewayî de balafirek li hewayê de agir girt û ket.



Balafirvan Murat Ozturk

Li gorî nûçeya DHAyê, di bûyerê de balafirvanê balafirê yê bi navê Murat Ozturk can da.

Hat gotin, heta niha nayê zanîn ka balafir çima ketiye xwarê, lewma lêkolînên derheqê bûyerê de didomin.