‘Ji her 4 ciwanan 3 dixwazin koç bikin’

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê CHPyê ragihand li Tirkiyeyê ji her 4 ciwanan 3yê wan dixwazin koça welatekî din bikin.

Serokê CHPyê Ozgur Ozel doh li Zanîngeha Bîlkentê ya Enqereyê beşdarî bernameyeke ciwanan bû û li ser pirsgirêkên ciwanan axivî.

Serokê CHPyê Ozgur Ozel got:

“Pirsa hebûn û nebûnê ne ew e ku welatên din li ser Tirkiyeyê hesaban bikin, planan bikin an jî xeyalan bikin.

Me ew xeyal paş de vegerandin û em dizanin vegerînin. Pirsa herî rast a vî welatî ew e ku ciwan xeyala welatên din dikin.”

Ozgur Ozel diyar kir ku ji her 4 ciwanan 3yê wan çenteyên xwe amade kirine û dixwazin koç bikin.

Serokê CHPyê Ozgur Ozel li ser koça ciwanan herwiha anî ziman:

“Îro pirsa hebûn û nebûnê ew e ku ji her 4 ciwanan 3yê wan çenteyên xwe di mejiyê xwe de kom kirine.

Ya herî kêm ji sedî 62 û ya herî bilind ji sedî 78 di 5 rapirsiyan de ciwanan gotiye, eger derfeta min hebe ez dixwazim biçim welatekî din û li wê derê bijîm.

Li vî welatî ciwanên hêja ku baş gihiştine, perwerdeyeke baş wergirtine an jî tevî ku mafê wan e ji wekheviya derfetan sûd wernegirtine, mixabin diçin welatên din.

Pirsa hebûn û nebûnê ne ew e ku welatên din li ser Tirkiyeyê hesaban bikin, planan bikin an jî xeyalan bikin.

Me ew xeyal paş de vegerandin û em dizanin vegerînin. Pirsa herî rast a vî welatî ew e ku ciwan welatên din xeyal bikin.”