Kiliçdaroglu: Ez Elewî me û Misilmanekî ji dil im

Hewlêr (Rûdaw) - Berbijêrê Hevpeymaniya Millet bo postê Serokkomariyê û Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu vîdeoyek belav kir û tê de daxwaza dengan ji ciwanan kir. Kiliçdaroglu ragihand ku ew bi xwe Elewî û Misilmanekî ji dil e û got ku di serdama desthilata wan de êdî ti nîqaş li ser nasnameyan nayên kirin.

Şeva Çarşemê 19ê Nîsana 2023an Berbijêrê Hevpeymaniya Millet bo postê Serokkomariyê û Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu li ser hesabê xwe yê medyaya civakî vîdeoyek bi sernavê bi ser navê “Elewî” belav kir.

Kiliçdaroglu di vîdeoyê de bang li derdora 6 milyon dendgêrên ciwan kir ku di hilbijartinên 14ê Gulanê de bo cara yekem deng didin û got, “Ewladên min ên ku bo cara yekem deng didin, ez Elewî me.  Ez bi baweriya heq Mihemed û Elî mezin bûme û Misilmanekî ji dil im. Canekî min heye ku Xwedê daye min. Ez mafê kesê naxwim. Ez dest bo heramî dirêj nakim. Hevalê min ê ciwan wek welat astengiyek krîtîk li pêşiya me ye. Ji bo bi hevre derbaskirina vê astengiyê pêdiviya me bi te heye.”

Kemal Kiliçdaroglu diyar kir ku ew ji malbateke hejar hatiye û got, “Min bi xêra wan derfetên ku komarê dane min xwend û bûm xwedî pîşe û min malbata xwe ava kir.”

Serokê CHPê ragihand ku ew bi eslê xwe Elewî ye û got ku di serdama desthilata wan de êdî ti nîqaş li ser nasmeyan nayên kirin û dê nîqaş li ser serkeftinan bên kirin.

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu got, “Nasnameyên me sedema hebûna me ne. Helbet divê em bi şanazî xwedî lê derkevin. Em nikarin wan hilbijêrin. Em bi wan ji dayik dibin, mezin dibin û dijîn. Lê tiştên gelek girîng hene ku em dikarin hilbijêrin. Em dikarin bibin mirovekî rast, bi exlaq , xwedî wijdan û bi edalet û hilbijartina vê di destê me de ye. Em dikarin jiyaneke azadtir û welatekî dewlemendtir hilbijêrin û ev hilbijartin dikare hem me û hem jî civaka me bilez biguhere.”

Kemal Kiliçdaroglu bang li ciwanan kir û anî ziman, “Hevalê min ê ciwan wek welat astengiyek krîtîk li pêşiya me ye. Ji bo bi hev re derbaskirina vê astengiyê pêdiviya me bi te heye. Ji bîr neke tu dê vî welatî ji nîqaşên mezheb ku canan disojin  û  ji Rojhilata Navîn ku bûye avzêm  rizgar bikî. Tê bibî wî cihê ku divê lê be. Êdî em nasnameyan naxivin. Em dê serkeftinan biaxivin. Êdî em dabeşbûn û cudahiyan naxivin. Em dê hevbeşiyên xwe û xeyalên xwe yên hevbeş biaxivin. Tu dê beşdarî vê geşta me ya guherînê bibî? Tu dê di vê guherînê de li cem min cih bigirî?”

Aborînas û siyasetmedar Kemal Kiliçdaroglu di 17ê Cotmeha sala 1948an de li navçeya Qisle ya ser bi parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye. Kiliçdaroglu zewiciye û bavê 2 keç û kurekî ye. Ji mezhebê Elewî ye û ji ber vê jî gelek caran di siyasetê de rûbirûyî  astangiyên cûda bûye.