Kompanya Petrola Tirkiyê: Gaza xwezayî ya Deryaya Reş gihîşte bejahiyê

Hewlêr (Rûdaw) - Kompanya Petrola Tirkiyê, di sala 2020an de li Sakaryayê, di kûrahiya Deryaya Reş de yedekeke gazê dîtibû. Gaza ku ew dever li xwe digire, 710 milyar metresêca ye.

Li wêstgeha palavtina gaza xwezayî ya Filyos a li parêzgeha Zonguldak a Tirkiyê kar ji bo derxistina gaza xwezayî tê kirin.

Kompanya Petrolê ya Tirkiyê ji sala 2020ê ve di çarçoveya projeya berfirehkirina navçeya gaza xwezayî ya Sakarya, di kûrahiya Deryaya Reş de rezerveke gazê dîtiye ku 710 milyar metre sêca ye.

Bi rêya wan boriyên ku di kûrahiya 2,200 metreyan de li Deryaya Reş hatine bicîkirin de, ew gaza xwezayî hatiye dîtin, bi dûriya 170 kîlometreyî gihandine bejahiyê.

Ev yekem pêta agirê wê gaza xwezayî ye ku gihiştiye wêstgeha bejahiyê ya Sakarya, ew jî dikeve wêstgeha Filyos li Zongoldakê.

Rêveberê Giştî yê Kompanya Petrolê ya Tirkiyê Melih Han Bilgin anî ziman, “Bi temamkirina erka ku Serokkomar dayî me, em di nava aramiyê de ne. Şikir ji Xwedê re, me ev roj dît. Li gel hemû hevalên xwe yê tîmê, me ew gaza ku di kûrahiya Derya Reş de dît, me gihand bejahiyê. Serokomarê min, me soza xwe bi cih anî û erka ku we dabû me temam kir.”

Serokkomarê Tirkiyê êvara sêşemê 18ê Nîsanê ragihand, di nava sê salan de behemhênana gaza xwazayî li Derya Reş digihînin 40 milyon metre sêcayî. Dema ku qonaxa duyemîn bi dawî bû, ew ê bikaribin hewcedariya gazê ya hemû yekeyên niştecîbûnê peyda bikin.

Tê çaverêkirin di rêûresma bikaranîna gaza xwezayî ya Derya Reş de ku biryare 20ê Nîsanê bi amadebûna Erdogan bê kirin, mizgîniya kêmkirina nirxê gaza xwezayî ji xelkê re bê dayîn.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu got, “Tirkiye niha bûye navendeke enerjiyê ya herêmî û aktoreke, lê em dixwazin bibin hêzeke cîhanî. Gaza me ya xwezayî ji Derya Reş bi sîstemekê ve tê girêdan. Herî dawî em hewl didin ku di warê enerjiyê de hemû pêdiviyên xwe bi cih bînin. Bi piştevaniya Xwedê em dixebitin ku bi tevahî hewcedariyên xwe yên enerjiyê bi cih bînin, lê em bûne aktorek girîng di dabînkirina enerjiyê de ji bo cîhanê, bi taybetî bo Ewropa em bûne aktorek giring.”

Tirkiye bi rêya gaza Derya Reş hewl dide girêdanbûna xwe ya bi enerjiya derve re kêm bike.

Li gor wezareta enerjiyê ya Tirkiye, derxistina gaza Derya Reş qonax bi qonax berdewam dike, îsal 10 bîr a dixin kar û dixwazin di nava sê salan de hêjmarê bigihînin 40 bîran.