Kesekî bi rêya medyaya civakî gef li Kiliçdaroglu û HDPê xwar

Hewlêr (Rûdaw) – Kesekî bi navê Yusuf Ziya K. ku tê îdiakirin kesekî MHPyî ye, bi rêya medyaya civakî gef li Berbijêrê Hevpeymaniya Milet yê bo Serokomariyê û Serokê Giştî yê CHP Kemal Kiliçdaroglu û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) xwar. Yusuf Ziya K. dibêje: “Lîsteya dengderên HDPê heta navê zarokên wan li ba heye.”

Kesê bi navê Yusuf Ziya K. yê ku li navçeya Silivrî ya Stenbolê dijî, di videoya ku li ser medyaya civakî belav kirî de îdia dike ku eger Kemal Kiliçdaroglu di hilbijartinê de bi ser bikeve li Tirkiye rewş dê aloz bibe.

Yusuf Ziya K. di videoyê de bi tundî gefan dixwe û dibêje: “Wê demê dojeh ji bo we dest pê dike. Em li bendê ne ku welat tevlihev bibe, lîsteya HDPê ya Silivriyê li ba me heye, ji zarokên wan heta ku bi ku derê re diçin û tên, em malê hemûyan nas dikin.”

 Di videoya ku li ser medyaya civakî bûye rojev de Yusuf Ziya K. îdia kir 30 sal in li dijî PKKê şer dike û dibêje: “Hûn hemû min nas dikin. Kiliçdaroglu dê Selahattin Demirtaş azad bike, dê bila wî berde. Em pir kêfxweş in ji ber ku em li bendê ne ku ev welat aloz bibe. Em piştî hilbijartinan tevliheviyekê dixwazin. Lîsteya dengderên HDPê heta zarokên wan li ba me hene.”

Li dijî gefên kesê ku tê îdiakirin Yusuf Ziya K. ye ji aliyê bikarhênerên medyaya civakî ve nerazîbûneke berfireh hat nîşandan. Gelek bikarhêneran îdia kirin ku ev kes li Silivriya Stenbolê dijî, kesekî nêzîkî MHPê ye û endamê SADATê ye.

Hat dîtin ku hin bikarhênerên medyaya civakî bi etîketkirina navê Yusuf Ziya K. û Rêveberiya Polîsan xwestine ew were girtin.