Komeleya 15ê Tîrmehê derbarê Cengîz Çandar de gilî tomar kir

Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya 15ê Tîrmehê li dijî berbijêrê bo parlamentoyê  yê Partiya Çep a Kesk (YSP) Cengîz Çandar li dozgeriyê gilî tomar kir.

Komeleya 15ê Tîrmehê di daxuyaniyekê de ragihand ku ji ber gotinên wî yên hewla darbeya 15ê Tîrmaha 201an derbarê berbijêrê YSPê Cengîz Çandar de li dozgeriyê gilî tomar kir.

Di daxuyaniya xwe de Komeleya 15ê Tîrmehê dibêje: “Ji şeva hewldana derbeya xiyanetê û vir ve, Komeleya 15ê Tîrmehê li dijî gotinên 'derbeya bi kontrol' ya 15ê Tîrmehê bû û berdewam dike. Yên ku hewl dan 15ê Tîrmehê berevajo bikin, di 7 salên dawî de di her firsendê de xwe li pişt derewa ‘derbeya bi kontrol’ vedişêrin. Niha jî Cengîz Çandar tevlî wan kesan bûye û 252 şehîd û zêdetirî 2 hezar û 700 gaziyên me tine hesab dike û hewl dide FETO paqij derbixe.

Em weke Komeleya 15ê Tîrmehê vê daxuyaniya Cengîz Çandar şermezar dikin û der barê wî de serlêdana sûc dikin. Em dê rê nedin ti kesî ku hewl bide 15ê Tîrmehê ya ku li ber çavê me hemûyan pêk hat, bi vî rengî pûç bike û dîrokeke berevajo binivîsîne.”

Akademîsyen, rojnameger û nivîskarê navdar ê Tirkiyê Cengîz Çandar derbarê hewlda darbeya 15ê Tîrmeha 2016an de ji T24ê re gotibû: “Em di mijara 15ê Tîrmehê de hêj ne di destpêka rê de ne ku çi ye. Ez ne bawer im bûyera ku ji 15ê Tîrmehê û vir ve ji vî welatî û cîhanê re tê gotin bi rastî jî ew bûyer e. Pêwîst e 15ê Tîrmehê çi ye kûrtir were vekolandin. Ger teza ku dibêje Cemaeta Gulen di 15ê Tîrmehê de bi tank û topan êrîşî meclîsê kir û ev qas însan qetil kir û bû sedem ku mirov ji Îslamê dûr bikevin, divê pêşî li ser van mijaran bê axaftin.”