Rojnamevan Serdar Akinan hat desteserkirin

19-04-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Rojnamevan Serdar Akinan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rojnamevan Serdar Akinan îro danê sibehê li mala xwe li navçeya Ayvacik a Çanakkaleyê hat desteserkirin. Derbarê sedema desteserkirina Akinan de ti agahî nehatine dayîn.

Serdar Akinan bi xwe di twîtekê de ragihand ku ew hatiye desteserkirin û ew birine Rêveberiya Asayişê ya Ayvacikê.

Akinan, li ser twîttera xwe dîmeneke kurt a diyaloga navbera xwe û polîsên ku ketine mala wî belav kiriye.

Akinan ku ew demek e li ser YouTube weşanê dike, herî dawî bi Muhammed Yakut ê ku li ser YouTube hin îdia anîbûn ziman re hevpeyvînek çêkir.

 

Derbarê sedema desteserkirina wî rojnamevanî de hêj ti agahî nehatine belavkirin.

Rojnamevan Cuneyt Ozdemîr li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyaniyek da û got, “Serdar Akinan saet di 5'ê sibê de hat desteserkirin! Em bi birayê wî Serhat Akinan re bi saetan li cihê wî digeriyan. Ez hîn bûm ku ji Çanakkaleyê birine Stenbolê û niha li wir tê girtin. Serdar Akinan rojnamevan e. Cihê kiryarekî wiha di Tirkiyeya 2023an de nîne.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst