Otobusa karkeran wergeriya: 3 mirî, 31 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Înonu ser bi parêzgeha Eskîşehirê ya Tirkiyê, îro otobuseke karkeran wergeriya û di encamê de 3 kesan canê xwe ji dest dan û 31 kes jî birîndar bûn.

Li ser rêya Înonu û Bozuyukê otobusa şofêrê wê Zafer Bozdemir, ku karker bo kargehekê vediguhestin ji rê derket û wergeriya.

Di encama bûyerê de karkerên bi navê Ozgun Sevim Kok, Yildiz Kollar û Erhan Akbardak canê xwe ji dest dan û 31 karkerên din jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û polîs bo cihê bûyerê hat şandin. 31 karkerên birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo nexweşxaneyên cuda yên Eskişehir û Bozuyukê hatin veguhestin.

Hat zanîn otobusê karkerên kargeheke li navçeya Înonuyê bo cihê kar vediguhestin.