Ozgur Demirtaş bersiva gotina Selahattin Demrtaş a ‘pismam’ da

19-04-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pisporê sermayeguzariyê Prof. Dr. Ozgur Demirtaş bersiva hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demîrtaş da ku bi awayekî pêkenok ji bo wî gotibû “pismam”. Ozgur Demirtaş got: “Ti mirovên min ên siyasetmedar nînin.”

Hevserokê giştî yê HDPê yê berê Selahattin Demirtaş, ku di girtîgehê de ye, derbarê îdiayên bi aborînas Prof. Dr. Ozgur Demirtaş re mirovên hev in,  li ser hesabê xwe yê Twîtterê bi awayekî pêkonek bersiv da.

Selahattin Demirtaş ku gotina Ozgur Demirtaş a “Ti mirovatiya min bi ti siyasetmedaran re tune” parve kir û got, “Pismam em çima wiha bûn? Ji ber ku tu azad î, û ez rehîn im?"

Piştî Selahattin Demirtaş, Ozgur Demirtaş jî dîsa li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir.

Ozgur Demirtaş got: “Selahattin Demirtaş li vir firsendeke pêkenî dît û ew yek tweet kir. Li ser vê îdiaya bêbingeh ku Selahattin Demirtaş jî nekariya xwe bigire û kiriye mijareke pêkenok, ez careke din bi bîr tînim û dibêjin mirovatiya min ne jii dûr û ne ji nêzîk ve bi ti siyasetmedaran re nîne.”

Ozgur Demirtaş herwiha da zanîn ku twîta Selahattin Demirtaş di nav hemû twîtên wî yên siyasî de twîta herî zêde hateiy xwendin û got: “Ev nîşan dide ku welat çiqas ji tiştên pêkenok re birçî ye. Lêbelê, dem dema wê yekê ye zêdetir ji mijarên pêkenokan, divê berê xwe bidin pirsgirêkên welat û çareseriyên wan. Selahattin Demirtaş jî di nav de, hemû siyasetmedar ku mehek ji hilbijartinan re maye, divê li ser mijarên cidî bisekinin. Di nav xizmên min de zanyar, doktor, cotkar, gundî, karsaz û hunermend hene. Siyasetmedar nînin! Ger hebûya min dê jê re bigota."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst