Li dijî avahiya CHPê êrişa çekdarî

19-04-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Seroka rêxistina CHPê ya Stenbolê Canan Kaftancioglu ragihand, ku avahiya nûnertiya partiya wan a li Taxa Ornek ya navçeya Ataşehîr a Stenbolê hatiye gulebarankirin.

Canan Kaftancioglu îro 19ê Nîsanê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bi belavkirina wêneyan û peyamekê ragihand ku êrişek çekdarî li dijî avahiya nûnertiya partiya wan a li Taxa Ornek ya navçeya Ataşehîr a Stenbolê pêkhatiye û 3 gule li avahiyê ketine.

Kaftancioglu di peyama xwe de dibêje: “Ya ku cesatê dide û mercên wê yekê çêkiriye ku sê guleyan berdin avahiya nûnertiya me ya li Taxa Ornekê ya Ataşehîrê, tirs û ferasta siyaseta kesên li ser desthilatdariyê ne. Em natirsin lê bi min hûn bitirsin. Gelek tiştên ku hûn jê bitirsin hene.” 

Her wiha derbarê êrişê de kaftancioglu daxwaz kir êrişkar werin cezakirin û dibêje: “Yê êriş kirî, yên ku handayîn û ev şert û merc avakirin e berpirsê vê êrişê ne û ez aliyên peywendîdar vedixwînim ku demildest berpirsên vê êrişê bibîne. Piştî 14ê Gulanê AKP jî di nav de dê li dijî tu partiyeke siyasî rewşeke wiha çênebe .”

Ev di demekê de ye ku di nava vê pêvajoyê de ev sêyemîn êrişa bi çek e li dijî avahiyên partiya opozisyona Tirkiyê CHPê pêk tên.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst