‘Berdêla rakirina parêzbendiyê dê giran be’

Stenbol (Rûdaw) - Nîqaşên li ser rakirina parêzbendiyê ji bo parlementerên HDPê berdewam e ku di rojeva Tirkiye de cihê xwe girtiye.

 

Fezlekeyên ku di derheqê parlamenteran de hatine amadekirin li parlamenê ne û egeriyeke mezin heye ku HDPyî ji vî mafî bê par bên hiştin. Ne diyar e bê ka helwesta HDP dê piştî rakirina parêzbendiyê çi be. Lê li gorî analîst û akademisyenan ger ku parêzbendî bê rakirin dê Tirkiye rastî qeyraneke nû ya siyasî bibe.

 

Akademîsyen û nivîskar Mehmet Altan, ji bo Rûdawê aşkere kir ku ev hewldan û helwesta ji bo rakirina parêzbendiya parlamanteran bi rêbazên “faşîzma tirk”, pêngavek e ku HDP bi temamî were girtin.

 

Ji bo helwesta erênî ya CHPê bo piştgiriya bi teklîfa AKPê ya rakirina parêzbendiyê Altan got: “Bi tu awayî ev yek jî nayê fêmkirin û eger wekîlên HDPê werin girtin wê berdêla vê giran be".

 

Mehmet Altan diyar kir ku ya ku dixwazin pêk bînin bo teswiyekirina HDPê ye. Altan ragihand ku xêra vê yekê ji tu aliyê re nîne û Tirkiye ji binê vî barî jî nikare derkeve.

 

Armanca dewletê teswiyekirina HDPê ye

 

 

Mehmet Altan di axaftina xwe de ya ku pêk tê weke ‘kûderayê’ bi nav kir û wiha dom kir:

 

“Eger rakirina parêzbendiya wekîlên HDPê bo avakirina sîstema serokatiyê be, dibe ku HDP bi temamî bête girtin. Helwesta CHPê bi tu awayî nayê fêmkirin. AKP çi dike ji bo berjewendiyên xwe dike, xêra vê yekê bi tu awayî ji CHPê re nîne.

 

Tirkiye ji vê pê ve nikare ji binê teswiyekirina siyaseta kurdan derkeve û şer û pevçûnan jî ranagre. Pêkhatina vê yekê xetayeke mezin e.  Ev yek nabe tu xizmet ji bo bidawîbûna şer û avakirina aştiyê. Rêya çareseriyê demokrasî û hiqûq e.”

 

Mehmet Altan derbarê rakirina parêzbendiya de helwesta Abdullah Ocalan wiha nirxand: “Ji bilî nirxandina hin kesan, divê ev baş were fêm kirin ku teswiyekirina siyaseta kurd wisa rehet nîne. Ez texmîn nakim ku hêza dewletê têra vê yekê bike.”

 

Çîçek: Paşvekişîna HDPê ji meclisê stratejiya PKKê ye

 

Nivîskar, rojnameger û analîst Nevzat Çîçek derbarê vê mijarê de hukimetê rexne dike û diyar dike ku eger tiştek wiha pêk were wê bi hezaran ciwanên kurd berên xwe bidin serê çiyan.

 

Nivîskar û rojnameger Nevzat Çîçek wiha got: “Divê ne tenê bo wekîlên HDPê, ji xeynî mafê kursiyê divê parêzbendiya hemû parlementeran were rakirin.

 

Vekişîna HDPê ji meclisê stratejiya PKKê ye. PKK naxwaze ku HDP zêdetir bi hêz be. Ji bo çareseriyê divê HDP li siyaseta xwe xwedî derkeve û hukimet jî heta zorê li HDPê dike divê wê ji PKKê xelas bike.”

 

Ewropa wê ji ber vê yekê bi tundî rexneyan li Tirkiyeyê bike. Ji vê zêdetir ev ne mekanîzmayeke bo çareseriyê ye û tu encameke baş jî dernaxîne holê.”

 

Tê zanîn ku di sala 1994 an de dîsa parêzbendiya wekîlên kurd hatibûn rakirin û Orhan Dogan, Leyla Zana, Selîm Sadak û Mahmût Alinak li meclisê ji hêla polêsan ve bi darê zorê hatibûn binçavkirin û pişt re hatin girtin. 

 

Tê payîn ku li meclisa tirk vê hefteyê ji bo rakirina parêzbendiya wekîlen HDPê, dengdan were kirin.