Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê Mansur Yavaş got, “Dibe ku dor were min jî.”
Di çarçoveya lêpirsîna li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de derbarê 100 kesî biryara desteserkirinê hat dayîn û Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî hat desteserkirin.
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê Mansur Yavaş piştî desteserkirina Îmamoglu bi rêya telefonê beşdarî bernameya Sozcu TVyê bû û mijar nirxand.
Mansur Yavaş bertek nîşanî desteserkirina Ekrem Îmamoglu da û got:
"Piştî ku dîplome hat betalkirin, roja din ev operasyon hat kirin, ev dê bîne bîra her kesî ku ev operasyoneke siyasî ye.
Berê jî li ser Serok Ekrem lêpirsîn hatibû vekirin û gazî îfadeyê hatibû kirin. Wan dikarîbû Ekrem Beg dawet bikira, desteserkirina bi vî rengî ne rast e."
“Gelo dê dor dê were we?”
Yavaş pirsa bi rengê "Gelo dor dê were we?" wiha bersivand:
"Di şûna ku têkoşîna siyasî ya normal bikin, lingê xwe diavêjin ber ê hevrikê xwe.
Li welatê me dikare her tişt bibe, her tişt mumkin e. Gelek daxwazname dane Serdozgeriya Enqereyê.
Li dijî min jî hewldanên wan çêbûne. Em dê li dijî her tiştê ku bi awayekî bê hiqûq tê kirin li ber xwe bidin. Em dê stûyê xwe netewînin."
Di çarçoveya lêpirsîna li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de derbarê 100 kesî biryara desteserkirinê hat dayîn.
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî hat desteserkirin.
Li ser Ekrem Îmamoglu dest bi lêpirsîneke duyem jî hat kirin û ew bi “PKK/KCKyê” re hat têkildarkirin.
Serokê Şaredariya Şişliyê ya Stenbolê Resul Emrah Şahan, şêwirmendê Îmamoglu yê çapemeniyê Murat Ongun, rojnameger Îsmaîl Saymaz û Serokê Şaredariya Beylîkduzuyê Murat Çalik jî hatin desteserkirin.
Li hêla din, Stasyona metroyê ya Taksîmê jî bi biryara Parêzgariya Stenbolê hat girtin û dê sefer neyên kirin.
Parêzgariya Stenbolê di navbera 19-23yê Adarê de civîn û xwenîşandan qedexe kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse