Hewlêr (Rûdaw) - Serokê MHPyê Devlet Bahçelî li ser desteserkirina Ekrem Îmamoglu got, "Li Tirkiyeyê yasa hene, eger kesek yasayan bin pê bike bê guman dê hesab bide. Kes nîne ku hesab nede. Parêzbendiya kesî nîne."
Di çarçoveya lêpirsîna li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de derbarê 100 kesî biryara desteserkirinê hat dayîn û Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî hat desteserkirin.
Serokê MHPyê Devlet Bahçelî derbarê desteserkirina Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu daxuyaniyek belav kir.
Bahçelî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku "li Tirkiyeyê yasa hene û her kes li gorî wan yasayan tên darizandin û baweriya wî bi hiqûqa Tirkiyeyê heye."
"Kes nîne ku hesab nede"
Bahçelî ragihand ku rêzgirtina li yasayan berpirsyariyeke hevbeş e û divê biryara ji bo Îmamoglu li gorî vê yekê bê dîtin û pê de çû:
"Tedbîreke huqûqî bi navê darbeyê reş kirin û ji bo lêgerîna maf amadekariya derketina kolanan kirin, xirabiyeke siyasî ye ku aqil û exlaqê xwe ji dest daye.
Kes nîne ku hesab nede. Parêzbendiya ti kesî nîne."
Di çarçoveya lêpirsîna li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de derbarê 100 kesî biryara desteserkirinê hat dayîn.
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî hat desteserkirin.
Li ser Ekrem Îmamoglu dest bi lêpirsîneke duyem jî hat kirin û ew bi “PKK/KCKyê” re hat têkildarkirin.
Serokê Şaredariya Şişliyê ya Stenbolê Resul Emrah Şahan, şêwirmendê Îmamoglu yê çapemeniyê Murat Ongun, rojnameger Îsmaîl Saymaz û Serokê Şaredariya Beylîkduzuyê Murat Çalik jî hatin desteserkirin.
Li hêla din, Stasyona metroyê ya Taksîmê jî bi biryara Parêzgariya Stenbolê hat girtin û dê sefer neyên kirin.
Parêzgariya Stenbolê di navbera 19-23yê Adarê de civîn û xwenîşandan qedexe kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse