Newroza Stenbolê bi beşdariya dehhezaran kesî hat pîrozkirin
Stenbol (Rûdaw) – Kurdên li Stenbolê ji bo Newrozê pîroz bikin di 19ê Adarê de tevî serma û baranê li qada mîtîngê ya Yenîkapiyê civiyan. Lê Newroza îsal ji ber erdhejê di atmosfera şîn û xemgîniyê de hate pîrozkirin.
Pîrozbahiya Newrozê ya Stenbolê ku bi pêşengiya HDK û HDPê hat lidarxistin, tevî serma û baranê bi beşdariya bi dehhezaran kesî li qada mîtîngê ya Yenîkapiyê hate kirin. Lê Newroza îsal ji ber erdhejê di atmosfera şîn û xemgîniyê de hate pîrozkirin. Peyama gel her aştî, çareserî û tifaqa nav Kurdan bû. Li qada Newrozê ji bilî pankart û alên HDPê gelek alên Partiya Çep a Kesk jî hebûn. Lewra êdî biryar e ku HDP li ser Partiya Çep a Kesk beşdarî hilbijartinan bibe. Li aliyê din ji ber cilûbergên Kurdî û ji ber hin sloganan ji 200î zêdetir kes ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.
Welatî Remziye got: “Ji bo Newroz û serfiraziyê hatim vir. Xwedê tifaq û hevkariya me çêbike.”
Wezîfedarê HDPê Dewran jî got: “Ez Cejna Newrozê li hemû Kurdan û Kurdistanê pîroz dikim.”
Li nav metropolên Tirkiyê her sal Newroza herî qelebalix li bajarê Stenbolê tê pîrozkirin. Newroza Stenbolê ya 2023yan, li qada Yenikapiyê bi beşdariya bi dehhezaran kesî bi slogana “Her der Newroz, her dem azadî” ji aliyê HDPê ve hate sazkirin. Peyama gel her aştî, çareserî û tifaqa nav Kurdan bû.
Welatî Remezan jî dibêje: “Newroz ji bo 4 parçeyê Kurdistanê pîroz be. Bijî îradeya gele Kurd. Bijî yekîtiya Kurd û Kurdistanê.”
Welatî Birgul jî got: “Ez dibêjim bila êdî ev hikûmet here û em azad bibin.”
Welatî Cewdet jî wiha axivî: “Tevî hemû zordariyan jî em derbasî nav qada Newrozê bibin û Newrozê pîroz bibin.”
Ji bo rêzgirtina qurbaniyên erdhejê sehneya Yenîkapiyê bi rengê reş hat pêçandin. Li qada Newrozê ji bilî pankart û alên HDPê gelek alên Partiya Çep a Kesk (Yeşil Sol) jî hebûn. Lewra êdî biryar e ku HDP li ser Partiya Çep a Kesk beşdarî hilbijartinan bibe.
Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk Îbrahîm Akin jî got: “HDP ji bo mafê xwe yê dawî bikar bîne û parastina xwe bike serî lê da. Wê Dadgeha Desûra Bingehîn biryara xwe bide. Em ê jî bihev re wê biryarê binirxînin. Lê em dibêjin divê êdî dawî li taktîkên xapandinê bê. Ji loma jî em wek Partiya Çep a Kesk ji bo hilbijartinan amade ne. Jixwe girseya HDPê jî amade ne û gelek polîtîk in.”
Hevserokê Rêxistina HDP ya Stenbolê Ferhat Encu jî got: “Ji bo ku Partiya Çep a Kesk bê naskirin me li qadê al û flamayên wan daliqandin.”
Hevseroka HDPê Pervîn Buldan, gelek parlamenterên HDPê, nûnerên sazî û rêxistinan, her wiha li ser navê Tifaqa Ked û Azadiyê Serokê Partiya Kedê (EMEP) Ercument Akdenîz beşdar bûn.
Serokê Partiya EMEPê Ercument Akdenîz anî ziman: “Em wek Partiya EMEPê dibêjin, ger mimkun be em li hemberî rêveberî û kesê takekesî bi namzedek derkevin. Em behsa navan nakin. Jixwe endamên Tifaqa Ked û Azadiyê jî heman daxuyanî dan. Niha wê Kiliçdaroglu serdana partiya me û HDPê bike. Piştî wê bi egerek zêde, em ê 22yê vê mehê, derbarê namzediya serokkomariyê de nêrîna xwe eşkere bikin.”
Li Newroza Stenbolê pirî caran dirûşma, “Hikûmet îstîfa” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin hildan û daxwaza azadkirina rêberê PKKê Evdilah Ocalan û Hevserokê berê yê HDPê Silhedîn Demirtaş hat kirin. Her wiha li nav qadê hejmarek Ala Kurdistanê jî hatin bilindkirin.
Li aliyê din ji ber cilûbergên Kurdî û ji ber hin sloganan ji 200î zêdetir kes ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin. Lê bi giştî Newroza Stenbolê tevî hin astengî û midaxeleya hêzên ewlekariyê jî di nav aramî de hate pîrozkirin.