Tirkiyê çi tedbîr li hemberî metirsiya belavbûna koronayê standine?

Enqere (Rûdaw) - Tirkiyê ji ber vîrusa koronayê heta niha piraniya wan kesên ji umre vegeryane nêzîkî 13 hizar kes xistiye karantînê û kar û tedbîrên hikumetê jî berdewam in. Hemû wezaret û rêveberiyên peywendîdar jî di bin serokatiya Serokomarê Tirkiyê de ji bo rûbirûna vîrusa koronayê civanan encam didin.

Weke gellek welatên cihanê li Tirkiyê jî gellek tedbîr li ber belavnebûna vîrusa koronayê tên girtin. Lijneya Zanistan a Taybet bo Vîrsu Koronayê li Tirkiyê bi hevahengî li gel Wezareta Tendirustî û rêveberiyên din karê xwe dimeşîne, heta niha piraniya  wan kesên ji umre vegeryana zêdetirî 13 hezar kes xistine karantînê. Li aliyê din Rêxistina Tendirustiya Cîhanî ya Tirkiyê jî seredana partî û aliyên siyasî dike û hewl dide ku proseyeke hevbeş bê meşandin.

Derbarê mijarê de Nûnerê Rêxistana Tendirustiya Cihanê ya Tirkiyê Pavel Ursu ji Rdûawê re got: “Rewşeke gelek zehmet e bo Ewropayê ku bûye navenda belavbûna vîrusê. Li wan welatên haletên tûşbûna koronayê hatine tomarkirin wan hemûyan tedbîrên cidî wergirtine. Ew tedbîr ji bo tendirustiyê baş in û divê li hemû welatan belav bibin. Em çaverê dikin ku hejmara tûşbûyên koronayê zêdetir bibin.”

Tevî nebûna biryareke fermî ya hikumeta Tirkiyê ya qedexeya derketina derve, lê piraniya xelkê wê li malên xwe dimînin, Serokê Yeketiya Bijîşkan a Tirkiyê jî ji xelkî daxwaz dike ku pabendî rênimayan bibin û hikumet jî proseyê bi şefafî bimeşîne.

Serokê Yeketiya Bizîjkên Tirkiyê Dr. Sînan Adiyaman wiha axivî: “Lazim e şefafîyet hebe û li gellek bajaran test werin kirin û encamên testan jî çend negatîv û çend pozîtîv derketine bêne ragihandin. Pêwîst e bê ragihandin ka li kîjan bajaran vîrus heye û ji xelkê bê xwastin ku xelk ji wan bajaran dûr bin. Lazim e kareke baş bête kirin.”

Li Tirkiyê Serokomarî, Wezareta Tendirustiyê, Lijenya Zanistî ya Taybet bo Koronayê û rêveber û îdareyên din berdewam xelkê agahdar dikin û roj bi roj rênimayên xwe zêdetir dikin. Li seranserê Tirkiyê dibistan, navendên şahiyan, kafe, bar û holên dawetan hatine girtin û taziye, dawet û yariyên werzişê û hemû civin û çalakiyên girseyî hatine paşxistin û beşek jî hatine betalkirin.