Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê derbarê Demîrtaş de biryareke nû da

Hewlêr (Rûdaw) – Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê serlêdana temyîzê ya Tirkieyê ya derbarê hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş de ku di girtîgehê de ye, qebûl kir.

 

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ku 20ê Mijdara 2018ê biryar dabû ku serlahatin a Demîrtaş bê berdan, li ser daxwaza Tirkiyê biryareke nû da ku wê biryara xwe li Daîreya Payebilind careke din binirxîne.


Wezareta Dadê ya Tirkiyê diyar kir ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê serlêdana Tirkiyeyê qebûl kiriye.


Biryara doza Selahattîn Demirtaş di demeke ku ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê bê diyarkirin li bajarê Strazburgê dê biryareke nû were dayîn.


Parêzerê Ramazan Demîr ê Demîrtaşî li ser hesabê xwe yê Twiterê da zanîn ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ne tenê serlêdana Tirkiyê herwiha li ser daxwaza Demîrtaş  jî qebûl kiriye.