Rêvebirên Partiya Komunîst a Fransayê ji ber Newrozê hatin destesekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Rêvebirên Partiya Komunîst a Fransayê ku ji bo beşdarkirina Cejna Newrozê hatibûn Tirkiyê, li Balafrixaneya Ataturk a Stenbolê hatin desteserkirin.

 

Komîteya Amadekar a Newroza Amedê, Rêvebirên Partiya Komunîst a Fransayê bo beşdarkirina Newroza Amedê vexwendibû wî bajarî.

 

Ji Rêvebirên Partiya Komunîst a Fransayê yên bi navê Sylvie Jan û Michel Laurent duh bi şev dema tedikevin Tirkiyê, li Balafrixaneya Ataturk a Stenbolê hatin desteserkirin.

 

Biryar e, herdu rêvebirên navborî piştî karûbarên wan ên yasayî, sibe ji Tirkiyê werin dersînorkirin.

 

Li gor zaniyariyên Rûdawê bidest xistine Rêvebirên Partiya Komunîst a Fransayê di çarçoveya madeya 9emîn a yasaya hejmara wê 6458 e hatine desteserkirin.