“Operasyonên Ergenekon û KCKê bi rênimayên Erdogan bûn”


Hewlêr (Rûdaw)- Rêveberê îstixbarata Stenbolê yê berê Alî Fuat Yilmazer ragihand ku operasyonên li dijî rêxistina Ergenekon, balyoz û KCKê bi rênima û fermana serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan hatine kirin.

Alî Yilmazer di hevpeyvînekê de ligel telefîzyona Buguna Tirkiyê got “Ne raste ku îro serokwezîr wiha diaxife weku bê agahiyên wî ev tişt qewimîne”.

Yilmazer herwiha got “Piştî sala 2008an û dema ku fermana operasyona Ergenekonê hat dayîn, Erdogan digot bigirin ha bigirin û girtina ti kesekî jî bê zanabûna wî çênebûye û girtina serokê fermandariya Artêşa Tirkiyê yê berê Îlker Başbug jî di nav de, wî bi xwe fermana girtina Başbug da û niha jî daxuyaniyên berovajiyê wê dide”.

Yilmazer destnîşan kir ku operasyonên bi navê KCKê jî dîsa bi fermana Erdogan hatin destpêkirin û axaftina xwe wiha domand: “Wê demê hinek çalakiyên tund li bajarê Stenbolê çêbûn û 25 kes bûn qurbanî û hat gotin ku têkiliyên KCKê bi wê çalakiyê re heye û di bin navê ku ev kes piştgiriya şer, tundî û terorê  dikin û di bin ferman û rênimaya serokwezîr de operasyon hat lidarxistin û gav bi gav jî agahiyên operasyonê min dida wî û herçend ez bi wan operasyonan rabûm jî lê min bi serê xwe ew kar nekir”.

Rêveberê îstixbarata Stenbolê yê berê got “Hikûmeta Tirkiyê dibêje bi biryara dozgerî û dadweriyê 7500 kes hatine guhdarkirin, lê li gor min ev hejmar ne rast e, ji ber ku ji aliyê teknîkî be jî ev tişt ne mumkîne, ençax ew dikarin li 2500 kesan guhdar bikin û wan taqîb bikin, ew jî piranî li ser 10 rêxistinan bûn di serî de PKK, tevgerên çep û rêxistinên îslamî yên tund û yên wek wan, dema ku dadwerî biryar bide hêzên îstixbarat û polîsan neçarin pêk bînin, yan jî ewê tawanbar bin”.

Rêveberê îstixbarata Stenbolê yê berê herwiha got “Rojnameyên nêzîkî hikûmet û AKPê ji bo ku min berê hin daxuyanî derbarê operasyonên Ergenekon, Balyoz û KCKê de dan, ez wek endamekî cemaata Fethullah Gulen diyar kirim, lê ez ne ji wê cemaatê me, lê ew cemaat jî ne wek hikûmet dide diyar kirin e”.