Kurê wê dayîka Kurd a ku bi Tirkî nizanîbû hat desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Memdûh Çalişanê ji ber ku dêya wî bi Tirkî nizanibû li balafirgehê hatibû ragirtin nerazîbûn nîşan dabû, îro hate desteserkirin.

Li Balafirgeha Stenbolê, S.Ç. a ku ji parêzgeha Wanê bi balafirê çû Stenbolê ji ber ku bi Tirkî nizanibû û karmendekî ku bi Kurdî dizanibû li balafirxaneyê nebû 2 demjimêr û nîvan hat ragirtin.

Kurê dayika Kurd ê bi navê Memdûh Çalişan dîmenên xwe û diya xwe li balafirxaneyê belav kiribûn û nerazîbûna li hemberî dijayetiya Kurdî nîşan dabû.

Serdozgeriya Komarê ya Gazîosmanpaşayê ya Stenbolê derbarê Memdûh Çalişan de bi hinceta ku “bi awayekî eşkere agahiyên ku raya giştî dixapîne belav kiriye” lêpirsîn da destpêkirin.

Herwiha li gorî nûçeya Arti Gerçekê, Memdûh Çalişan îro hatiye desteserkirin.