Dîlîpak: ‘Haya hikûmetê ji derbeyê hebû’

Hewlêr (Rûdaw) – Nivîskar Abdurrahman Dîlîpak got, “Hikûmetê beriya derbeyê bi çar mehan, zanîbû ku dê derbe çêbibe û haya wan ji hemû hûrgiliyan hebû.”

Li Tirkiyeyê 16ê Tîrmeha 2016an hewleke derbeyê çêbûbû lê hatibû çewisandin.

“Zanîbû ku dê derbe çêbibe”

Nivîskarê Îslamîst Abdurrahman Dîlîpak bi rêya hesabê xwe yê Xê got ku haya hikûmetê ji derbeyê hebûye û berdewam kir:

“Wekî ku FETOciyan hewla derbeyê nedaye, haya AK Partiyiyan jê nîne û wan kêliya dawiyê bi piştigirya xelkê derbe teperser kiriye tevdigerin.

Lê hikûmetê beriya derbeyê bi çar mehan, zanîbû ku dê derbe çêbibe û haya wan ji hemû hûrgiliyan hebû.

Welatî beyî ku haya wan ji tiştekî hebe, li dijî derbeyê daketin qadan.

Lê çi bû, bi serê vî welatî bû. Rastî ne xema kesî ye, her kes bi tawanbarkirina yên din mijûl e.”