Li Muglayê erd hejiya

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Marmarîsê ya parêzgeha Muglayê ya Tirkiyeyê erdhejeke bi pileya 4,3yan çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku erdhejê îro saet 04:25an rû da daye.

AFADê destnîşan kir ku kûrahiya erdhejê 11,3 kîlometre bûye.

Li hêla din, derbarê zererên erdhejê heta niha ti agahî nehatine belavkirin.