Hevpeymaniya Millet ji giranbûna encamên erdhejê deshilatê tohmetbar dike

Hewlêr (Rûdaw) - Serokên 6 partiyên opozîsyonê ku di nav Hevpeymaniya Millet de cîh digrin bi rojeva erdheja Mereşê civiyan û piştî civînê bi daxwiyaniyek hevbeş encama civînê bi raya giştî re parvekirin.

Serokên CHPê, Partiya DEVA, Partiya Demokrat, Partiya Pêşerojê, Partiya Saadetê û ÎYÎ Partiyê roja Şemiyê 18ê Sibata 2023an li Navenda Giştî ya Partiya Saadetê bi rojeva erdheja 6ê Sibatê civiyan û piştî civînê daxwiyaniyek hevbeş dan. Di daxwiyaniyê de deshilata Tirkiyê tohmetbar kirin ku awayê rêvebirina wê bûye sedema giranbûna encamên karesata erdhejê.

Di daxwiyaniyê de rexne li saziya AFADê jî girtine û dibêjin: “Lawazkirina saziyeke wek AFADê ku berê girêdayî Serokwezîr bû, di rêveberiya wê de kesên ne hêja hatine bicîhkirin, avakirina avahiyên ku bergiriya wan a erdhejê nîne û bêyî raporekê bixwazin û di bazara bînasaziyê de cih dayîna dizên bê pîvan, bûn sedem ku xelkê me bi mirinê berdêleke hewqasî giran bide.”

Di daxwiyaniya şeş partiyên opzisyonê de tê gotin: "Mixabin ji ber bê bernameyiyê xebatên rizgarkirinê gelekî dereng û lawaz hatine despêkirin. Herwiha ji despêka erdhejê ve xebatên gihandina pêdiviyên sereke yên jiyanî baş nehatine koordînekirin, encama van jî bûye sedema wê yekê ku encama karesatê gelekî girantir bibe.”

Tê gotin ku di civînê de bal kişandine ser awayê rêvebirina kar û xebatên erdhejê û dibêjin: “Di vê dema kar de ferqxistine navbera şaredariyan û artêşê, ji ber kar bi yek navendê û bi yek kesî ve hatiye girêdan hiştiye leza kar dakeve. Her wiha makîneyên kar ên ser bi saziyên deshilatê û endezyar dereng bo deverên erdhejê hatine şandin. Medya civakî hat asteng kirin, borsa nehat girtin û van hemûyan encamek xiraptir derxistin holê.”

Herwiha dibêjin: “Heta niha li deverên erdhejê bo rêgirtin li belavbûna nexweşiyên vegir bê girtin ti tedbîr nahtine girtin.” Partiyên opozisyona Tirkiyê di dawiya daxwiyaniya xwe de ragihandine ku wek Hevpeymaniya Millet ew di ferqa berpirsyariyên xwe de ne û dibêjin: “Ji bo şopandina rewşa wan navçeyan û nehiştina bandora erdhejê li wan deveran em dê komisyonekê ava bikin ku bi awayek dem kurt, navendî û demdirêj rewşê bişopîne.”

Herwiha daxwaz kirine ku “mal, erd û zevî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bo kesên biyanî neyên firotin û avakirin li gor demokrafî û sosyalîteya navçeyan ji nû ve bê kirin. Ji derveyî mijara erdhejê yek ji mijarên din a ku di civînê de hatiye gotubêj kirin rewşa xwendinê bûye û daxwaz dikin ku “Di zûtirên dem de biryara xwendina ji dûr ve ya zanîngehan bê betalkirin.