Li Stenbolê şerê çekdarî: 4 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Eyûb Sultan a Stenbolê di şerê çekdarî yê di navbera grûpan de 2 jê giran yek jê pitikek e, 4 kes birîndar bûn.

Li navçeya Eyûb Sultan a Stenbolê di derdora demjimêr 17.00an de li ser Cadeya Fahrî Korutûrk a taxa Îslambey di navbera her du grûpan de nîqaş derket hat diyarkirin ku ji ber sedemeke nediyar e, bûyer veguherî şerê bi çekan.

Di dema pevçûna bi çekan de gule li zarokê 1 salî Uraz A.G ê ku bi diya xwe re di kolanê re derbas dibû ket û birîndar bû. Her wiha Recep T. yê di wir re derbas dibû bi guleyê birîndar bû.

Ji her du grûpan Hasan Can û Alpay Gokalp ên ku di encama şerê çekdarî de hat diyarkirin ku dijminahiya wan heye jî bi giranî birîndar bûne.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûne cihê bûyerê. Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambûlansan birin nexweşxaneyê û tîmên lêkolîna cihê bûyerê demeke dirêj li herêmê lêkolîn kirin.

Piştî bûyerê hat destnîşankirin ku kesên gumanbar bi 2 çekan ji aliyê tîmên polîsan ve hatin desteserkirin.