Egitim Sen: Divê dewlet pêşxistina bi zimanê dayikê garantî bike

Hewlêr (Rûdaw) - Şaxa Mêrsînê ya Sendîkaya Kedkarên Zanist û Perwerdê (Egitim Sen) bi helkefta Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê daxuyaniyek belav kir û got: "Divê dewlet dest ji astengkirinên derbarê ziman de berde û bo hemû welatiyan bi zimanê wan û bi zimanê fermî yê dewletê pêşxistinekê garantî bike."

Şaxa Mêrsînê ya Sendîkaya Kedkarên Zanist û Perwerdê (Egitim Sen) bi helkefta 21ê Sibatê Roja Cîjhanî ya Zimanê Dayikê îro 19î Sibata 2022yan daxuyaniyek da çapemeniyê.

Sekretera Giştî ya Şaxa Mêrsînê ya Egitim Senê Duygu Taner di civîna çapeniyê de axivî û bal kişand ser girîngiya zimanê dayikê ya di saziyên perwerdê de û tekez kir ku perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî serekî ye.

Duygu Taner daxwazên Egitim Senê ên li ser perwerdeya bi zimanê dayikê jî wiha rêz kirin:

•Divê Tirkiye mercên xwe yên derbarê mafên zarokon ên di peymanên navdewletî de rake û wan maddeyan pesend bike.

•Divê li şûna Destûra Bingehîn a 1982ê destûreke ku rêzê li hemû çand û zimanan digire bê amade kirin.

•Divê di beşa perwerdê ya destûra nû de belgeyên navdewletî ku li ser mafên mirov, azadiyên bingehîn û mafên zarokan hatine amadekirin li ber çav bên wergirtin û bi vî awayî bê amadekirin.  

•Sîstema perwerdê divê rastiya civakî ya pirçandî û pirzimanî li ber çav bigire û li gor vê yekê careke din bê sererastkirin.

•Divê dewlet dest ji astengkirinên derbarê ziman de berde û bo hemû welatiyan bi zimanê wan û bi zimanê fermî yê dewletê pêşxistinekê garantî bike.

•Ji bo bikaranîna wan zimanan di perwerde û hemû saziyên dewletê de divê sererastkirinên îdarî bên kirin.

•Divê derbarê wan zimanên ku li Tirkiyê tên axaftin de envantereke zelal bê çêkirin.

•Ji bo perwerdeyeke baş divê di serî de bo xwendekaran perwerdeya bi zimanê dayikê bê dayîn

•Divê di proseya perwerdeya pêşdibistanê de xebatên nivîs, xwendin û vegotinê bi bernameyekî bi zimanê dayikê destpê bike.

•Divê li Navendên Perwerdeya Gel derfetên perwerdeya pirçandî û pir zimanî bên avakirin.

•Divê li zanîngehan derbarê zimanên ku li welat tên axaftin de enstîtû û şaxên zanîna sereke bên vekirin, an jî yên heyî  hejmara wan bê zêdekirin.

21ê Sibatê ji aliyê UNESCOyê ve 17 Mijdara 1999an li cihanê weke Roja Zimanê Dayikê hat qebulkirin. Ev roj her sal li seranserê cîhanê bi çalakiyên cuda tê pîrozkirin. Armancên vê rojê balkişandina ser mafê perwerdeya zimanê dayîkê, bilindkirina têgihiştina ji bo civakeke pirçandî û pirzimanî ye.