Otobus wergeriya: 5 mirî, 26 birîndar

19-02-2022
RÛDAW
Nîşan Konya Bûyera Trafîkê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Konyayê ya Tirkiyê otobûseke geştyarî wergeriya û di encam de 5 kesan canê xwe ji dest dan û 26 kes jî birîndar bûn.

Îro Şemiyê 19ê Sibata 2022ê, otobûseke rêwingiyan li ser rêya serekî ya navbera herdû parêzgehên Konya-Aksaray ji ber qeşayê ji kontrola şofêr derket û wergeriyan.

Di bûyerê de, pênc kesan canê xwe ji dest dan û 26 kesên din jî birîndar bûn. Rewşa tendirûstî ya sê kesan giran e û bi ambûlansan bo Nexweşxaneya Giştî ya Konyayê hatin şandin.

Tîmên tendirûstî û bihewarveçûnê ligel hêzên cendirme gehiştin cihê bûyerê û bo rizgarkirina kesên nav otobûsê bo demekê rê girtin û rêya çûn û hatinê bilez ji ambûlansan re vekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst