Şandeya Îmraliyê ji bo hevdîtinê dê serî li Wezareta Dadê bide
Hewlêr (Rûdaw) - Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê sibe ji bo hevdîtina duyem a bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê bide.
Şandeya DEM Partiyê gotibû ku pîştî hevdîtina bi partiyên siyasî re ew ji bo bo hevdîtina duyem a bi Ocalan re serlêdanê bikin.
DEM Partiyê li ser mijarê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku dê sibe ji bo hevdîtina duyem a bi Abdullah Ocalan re serî li wezareta dadê bidin.
Her wiha DEM partiyê di daxuyaniya xwe de got, "Em hêvî dikin ku piştî serlêdana şandeyê di demeke kurt de hevdîtina duyem pêk were."
Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç di daxuyaniya xwe ya derbarê hevdîtina duyem a Îmraliyê de gotibû ku hîn ti serlêdan nehatiye kirin.
Sirri Sureyya Onder di bersiva xwe ya ji bo Wezîr de gotibû, "Em dê di demeke herî nêz de ji bo hefteya bê serî lê bidin."
Şandeya DEM Partiyê ya ku ya ji Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder pê tê 28ê Kanûna Pêşîn a 2024an bi li Girtîgeha Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re civiyabû.
Piştî hevdîtina li Îmraliyê şandeya DEM Partiyê ya ji Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder û Ahmet Turk pêk tê partiyên siyasî re civiyabû.
Şande di çarçoveya bernameya xwe de çûbû serdana hevserokên berê yên HDPyê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê jî ku niha girtî ne.