Polîsekî gule li malbata xwe reşandin: 3 kuştî, birîndarek

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sakaryayê ya Tirkiyeyê polîsekî gule li dê, keç, hevjîna xwe reşandin û bi hema çekê xwe jî kuşt.

Polîs û keça xwe li cihê bûyerê û hevjîna wî jî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Bûyer li navçeya Serdivanê ya parêzgeha Sakaryayê rû da.

Li gorî agahiyan, komîserê bi navê Îlker Tarik Unal û hevjîna wi li ber hev berdinê bûne.

Îlker Tarik Unal ji bo ku bi hevjîna xwe re biaxive hatiye malê lê di navbera wan de nîqaş derketiye.

Li ser mezinbûna nîqaşê, Unal gule li dêya xwe N. Unal, keça xwe û hevjîna xwe reşandin.

Polîs Unal bi heman çekê dawî li jiyana xwe anî.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Hat zanîn ku Îlker Tarik Unal û keça wî li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye.

Li aliyê din tîmên tenduristiyê dê û hevjîna Unal ên ku bi giranî birîndar bûne rakirin nexweşxaneyê.

Hevjîna Unal tevî midaxeleyan li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Dê N. Unal jî li nexweşxaneyê tê dermankirin.

Polîsan derbarê bûyerê de lêkolîn da destpêkirin.