Li 4 parêzgehan operasyon: 3 kes hatin girtin

19-01-2024
RÛDAW
Nîşan Osmaniye PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di operasyoneke ku navenda wê bajarê Osmaniyeyê yê bû de li 4 parêzgehan 6 kes hatin desteserkirin ku 3 ji wan bi biryara dadgehê hatin girtin.

Tîmên Şaxa Rûbirûbûna Terorê ya Rêveberiya Ewlehiyê ya Osmaniyeyê bi hinceta desteserkirina "kesên beşdarî çalakiyên PKKyê yên li Rojavayê Kurdistanê bûne" û li ser tora civakî propagandaya rêxistinê dikin operasyon da destpêkirin.

Di wê çarçoveyê de li Mêrdîna Bakurê Kurdistanê û li parêzgehên Osmaniye, Mêrsîn û Edeneyê yên Tirkiyeyê operasyonên hevdem hatine kirin û di encamê de 6 kes hatin desteserkirin.

Piştî kar û barên yasayî 3 kes hatin girtin û 3 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst