Keça Denîz Baykal bi Kurdî peyam belav kir: Li vî welatî berpirsiyarîya her Kurdekî bi qasî min heye

19-01-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Keça Serokê berê yê Partiya Gel a Komarî (CHP)  Asli Baykal li ser hesabê xwe yê medyaya civakî çend peyamên bi zimanê Kurdî belav kirin û got: “Li vî welatî maf û berpirsiyariya her Kurdekî bi qasî min heye. Ez gelek girîng û bi qîmet dibînim ev kesên ku li Tirkiyê siyasetê dikin Kurdî biaxivin.”

Keça Serokê Berê yê Partiya Gel a Komarî (CHP)  Denîz Baykal, Asli Baykal îro  roja Pêncşemê 19ê Çileya 2023an li ser hesabê xwe yê Twitterê çend peyamên bi zimanê Kurdî belav kirin.

Asli Baykal di yekem peyama xwe  de dibêje : “Li vî welatî maf û berpirsiyarîya her Kurdekî bi qasî min heye."

Di peyama xwe ya duyem de jî keça serokê berê yê CHPê banga axaftina Kurdî li siyasetmedaran kir û got: "Ez gellek girîng û bi qîmet dibînim ev kesên ku li Tirkiyê siyasetê dikin Kurdî biaxivin."

Asli Baykal di Cotmeha 2022an de ragihandibû ku wê dest ji endamtiya CHPê berdaye. Asli Baykal ku li Fakulteya Pizîşkî ya Zanîngeha Akdenîzê profesora biyokîmyayê ye, piştî destjikarkêşana ji CHPê pirsa ku dê beşdarî kîjan partiyê bibe bê bersiv hiştibû.

Bavê wê Denîz Baykal jî di sala 2010an de dest ji erkê xwe yê Serokayetiya CHPê berdabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst